Berdevkê Yekîtiya Ewropayê: Ewlehiya Ukraynayê beşek ji ewlehiya Ewropayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ewlehiya Ukraynayê bi awayekî bingehîn ewlehiya tevahiya Ewropayê ye û wan ji roja yekem ve bênavber piştgirî daye Kîevê.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Kîevê bidomînin û got: "Em ê ji bo bidestxistina aştiyeke dadperwer û mayînde, ligel Ukrayna û hemû hevkarên xwe di nava hevahengî û hevkariyeke nêzîk de berdewam bin."
Wî berpirsê Ewropî bal kişand ser tevgera dîplomatîk a vê dawiyê û aşkere kir ku roja sêşema borî li bajarê Ebû Dhabî yê Îmaratê, nûnerên Ewropayê (Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Almanya, Brîtanya, Îtalya û NATO) ligel şanda Ukraynayê civiyane.
Li pey wê jî, civîneke berfireh û "berhemdar" di navbera Ukrayna, Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Almanya, Brîtanya, Îtalya, NATO û Amerîkayê de birêve çûye.
Berdevkê YE diyar kir, hevdîtin û proseya danûstandinên aştiyê bi awayên cuda, li cihên cuda û di astên cûrbecûr de birêve diçin; ji serokên dewlet û hikûmetan bigire heta wezîr, dîplomat û berpirsên payebilind di van hevdîtinan de beşdar in.
Her wiha hat ragihandin ku dê di dawiya vê hefteyê de, gotûbêjên li ser rewşa Ukraynayê di asta serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê de, di civîneke nefermî ya Encûmena Ewropayê de dewam bikin.