Parêzgarê Dihokê: Tenê aşekî 50 ton tehîna Amêdiyê hinardeyî Amerîkayê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 12ê Mijdara 2026an, li qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, 4emîn Festîvala Tehîn û Berhemên Payîzê bi beşdariya 140 cotkar û xwediyên aşan bi rê ve çû. Parêzgarê Dihokê aşkere kir ku tehîna Amêdiyê êdî hinardeyî Amerîka, Kanada, Awistralya û welatên Ewropayê tê kirin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter di daxuyaniyekê de ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, biryar hatiye dayîn ji niha û pê ve navê van cure çalakiyan wekî "Mîhrecana Berhemên Payîzî yên Xwemalî" bê binavkirin. Her wiha da zanîn ku ev festîval kevneşopiyeke dîrokî ya herêmê ye bo pêşandana destrengiya cotkaran di dawiya werza payîzê de; tê de ji bilî tehînê, berhemên wek gûz, mêwîj, qezwan û hingiv tên pêşandan.

Elî Teter bal kişand ser girîngiya pêşxistina hilberîna navxweyî û diyar kir ku ev çalakî bi piştgiriya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tên lidarxistin.

Parêzgarê Dihokê armanca sereke ya van hewldanan wiha şirove kir: "Armanca me ya sereke ew e ku em ji bo cotkar, baxçevan, mêşvan û xwediyên kargehên xurekan bazarên berfireh peyda bikin, da ku bikarin berhemên xwe bi awayekî herî baş di bazarên navxweyî û derve de bixin firotanê."

Derbarê zêdebûna daxwaza li ser berhemên herêmê de, Parêzgarê Duhokê diyar kir ku sal bi sal daxwaza ji derve ber bi zêdebûnê ve diçe û got: "Cihê serbilindiyê ye ku îro tenê xwediyê aşekî yê li Amêdiyê nêzîkî 50 ton tehîna xwe hinardeyî Amerîkayê (DYA) kiriye. Her wiha berhemên me bi awayekî serkeftî digihîjin bazarên Kanada, Awistralya û çendîn welatên Ewropayê jî."

Dîroka berhemanîna tehînê li devera Amêdiyê vedigere zêdetirî 500 sal berê û ev berhem li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî navûdengekî taybet e. Li herêma Amêdiyê nêzîkî 40 aşên kehrebayî û avî kar dikin; bi taybetî tehîna ku di aşên avî yên kevneşopî de tê hêran, ji ber parastina tahm, çêj û pêkhateya xwe ya siruştî, daxwazeke zêde li ser heye.