Mesrûr Barzanî: Çalakkirina parlamentoyê bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne ku di civînên vê dawiyê yên Bexdayê de wan tekez li ser mafên destûrî û budceyê kiriye û yek ji tewerên serekî jî pirsa damezrandina derçûyên zanîngeh û peymangehan bûye. Herwisa tekez dike ku çalakirkirina parlamentoyê ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê bûye û daxwazê ji hemî aliyan dike ku li ser ronahiya banga Serok Barzanî tevlî danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bibin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, di nav ahenga derçûyên gera 45ê ya xwendekarên Zanîngeha Selahedînê de pirozbahî li derçûyan kir û hêviya paşerojeke geş ji wan re xwest, herwisa spasiya mamosta û encûmena wê zanîngehê kir ku erkên xwe bi cih anîne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi serdana çend rojên borî ya şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir û got: "Em li gel Serokwezîrê Îraqê û wezîran civiyan û me danûstandinên berfireh kirin, me tekez li ser mafên destûrî û darayî yên xelkê Kurdistanê û pişka budceya Herêma Kurdistanê kir."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron jî kir: "Yek ji tewerên civînên me damezrandina fermanberan û derçûyên zanîngeh û peymangehan bû. Bi mixabinî ve ev zêdetirî 12 salan e rê bo Herêma Kurdistanê nehatiye dan ku fermanberên nû dabimezirîne, bi taybetî ku salane bi hezaran xwendekar ji zanîngeh û peymangehan derdikevin û parek ji wan dixwazin di kerte giştî de bên damezrandin."
Serokwezîr hêvîdariya xwe diyar kir ku bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û gihîştina bi lihevkirineke dadperwerane di çarçoveya budceya Îraqê de karibe derfeta damezrandineke zêdetir bo ciwanan bê pêşkêşkirin. Amaje bi wê yekê jî kir ku di salên borî de hikûmetê piştevaniyeke mezin li kertê taybet kiriye, daku derfetên karên zêdetir bo ciwanan dabîn bikin, herwisa biryara pêdivî jî hatiye dan daku ciwanên Kurdistanê zêdetir li ser karan bên danîn.
Di pareke din a gotara xwe de, Mesrûr Barzanî bal kişand ser proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û ragihand: "Piştî du salan parlamento hat çalakkirin; armanc ji vê proseyê tenê parastina qewareya şer’î ya Herêma Kurdistanê û dezgehên wê bû, li dijî ti kes û aliyekî nebû, belkî ji bo vegerandina baweriya dengderên xelkê Kurdistanê û hemî aliyên siyasî bû."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwisa destxweşî li wan parlamenteran kir ên ku "bi wêrekî erkê xwe yê exlaqî, qanûnî û niştimanî bi cih anî û tevlî çalakirkirina parlamentoyê bûn."
Mesrûr Barzanî daxwaz ji hemî hêzên siyasî kir ku bi berpirsiyariyeke niştimanî li proseyê binêrin û got: "Ez hêvîdar im hemî aliyên siyasî piştgiriya vê pêngavê bikin û li ser ronahiya banga Serok Barzanî vegerin parlamentoyê, herwisa tevlî danûstandinên pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, daku em hemî xizmeta xelkê Kurdistanê bikin û niştimanê xwe bihêztir û avedantir bikin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê spasiyeke bêsînor arasteyî Pêşmerge, hêzên navxwe û hemî dezgehên ewlehiyê jî kir, herwisa serê rêz û hurmetê ji bo malbatên serbilind ên şehîdan tewand.