Serok Barzanî sersaxiyê ji Mîsal Alûsî re dixwaze

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî sersaxî ji siyasetmedarê Îraqî Mîsal Alûsî re xwast û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir, ji ber wexera dawiyê ya birayê wî Musabir Cemal Alûsî.

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, di peyamekê de sersaxî ji siyasetmedarê Îraqî Mîsal Alûsî re xwast û hevxemiya xwe ya zêde ji wî ra diyar kir, ji ber wexera dawiyê ya birayê wî Musabir Cemal Alûsî diyar kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotiye: "Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê Xudêjêrazî bi behişta xwe ya berfireh şa bike, herwisa sebir û aramiyê bide we û hemî kesûkaran."

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Birayê min ê xweşevî, cenabê Mîsal Alûsî yê rêzdar

Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya birayê we yê Xudêjêrazî Musabir Cemal Alûsî gihîşt me. Di demekê de ku em ji kûrahiya dil ve hevparên xema we ne, em bi dilsozî sersaxiyê ji we yên rêzdar û tevahiya malbata we ya rêzdar re dixwazin di vê bûyera xemgîn de û em dilsoziya xwe bo we diyar dikin; em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê Xudêjêrazî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û behişta berfireh pêşkêşî wî bike, herwisa sebir û hedarê bide we û hemî kesûkaran.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon

 

Birayê we

Mesûd Barzanî

12ê Mijdara 2026ê