Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Serokê MHPê li ser proseya aştiyê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li gel aliyên siyasî de, li gel Serokê MHPê Devlet Bahçelî civiya û qonaxên dawiyê yên proseya aştiyê pê re nîqaş kirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, bi merema nîqaşkirina pirsa proseya aştiyê li gel Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçelî civiya. Di civînê de, her du aliyan bi hûrî bal kişand ser dawî pêşhat û pêngavên girêdayî proseya aştiyê.
Ev civîn di çarçoveya hevdîtinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li gel hêz û partiyên siyasî li ser vê pirsê de ye; herwisa Kurtulmuş berî du rojan jî her di wê çarçoveyê de serdana her yek ji Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Rêya Nû kiribû.
Proseya aştiyê ya niha li Tirkiyeyê di çend qonaxên girîng re derbaz bûye:
- 26ê Mijdara 2024ê: Destpêşxeriya Serokê MHPê ji bo aştiyê Devlet Bahçelî.
- 28ê Berçileya 2024ê: Hevdîtina Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, şanda DEM Partiyê li gel Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê.
- Ocalan di peyama xwe de tekez kiribû: "Bihêzkirina biratiya Tirk-Kurd ne tenê berpirsiyariyeke dîrokî ye, belkî pirseke girîng û bilez a çarenivîssaz e ji bo hemî gelan. Ji bo bihêzkirina wê proseyê, girîng e hemî bazinên siyasî li Tirkiyeyê li ser hesabên teng û demkurt bifikirin, destpêşxeriyê bikin, bi awayekî avaker pêngavan biavêjin û bi rengekê erênî tevlî wê bibin."
- 1ê Adara 2025ê: Ragihandina agirbestê û amadekirina zemîneya danûstandinan.
- 5-7ê Gulana 2025ê: Birêveçûna Kongreya 12ê ya PKKê û biryara xwehilweşandina rêxistinî û bidawîanîna xebata çekdarî.
- 11ê Tîrmeha 2025ê: Şewitandina çekan ji aliyê komeke 30 kesî ve bi serokatiya Hevseroka KCKê Besê Hozat, di merasîmekê de li ber Şkefta Caseneyê li sînorê qezaya Dukanê ya girêdayî Silêmaniyê.