Dengê teqînekê li devera Sîrîkê ya başûrê Îranê hat bihîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên Îranê belav kiriye ku dengê teqînekê li devera Sîrîkê ya rojhilatê parêzgeha Hurmizganê li başûrê Îranê hatiye bihîstin. Ajansa Nûçeyan a Farsê behsa bihîstina dengê teqînekê li wê deverê kiriye, herwisa Ajansa IRNAyê jî belav kiriye ku ew dever rûbirûyî êrîşê bûye.
Medyayên Îranê îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, belav kiriye ku dengê teqînekê li devera Sîrîkê hatiye bihîstin, lê heta niha xwezaya wê êrîşê yan hûrgiliyên wan cihên ku li başûrê Îranê bûne armanc nehatine zelalkirin. Ev pêşhat çend rojan piştî bihîstina dengê çend teqînan li girava Qişmê û Bender Ebasê li parêzgeha Hurmizganê tên, ku li gel geriyana zêde ya balafiran li asmanê deverê hevdem bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di rojên 3 û 7ê Mijdara îsal de eşkere kiribû ku Amerîkayê hejmareka êrîşên sînordar li dijî Îranê kiriye û tekez jî kiribû ku êrîşan armancên xwe hingaftine.
Ev pêşhat di demekê de ne ku bizavên dîplomatîk ji bo kontrolkirina aloziyên di navbera her du welatan de berdewam in. Di derheqa vê yekê de jî, Trump ragihand: "Karê leşkerî li Îranê pêdivî nabe, ji ber ku ew bi tundî dixwazin peymanekê îmze bikin, vegera bo şerî jî girêdayî wê yekê ye ka gelo Îranî dê rêkeftinekê îmze bikin yan na."
Parêzgeha Hurmizganê ya li başûrê Îranê, ji ber cihê xwe yê stratejîk ê li ser Tengava Hurmizê û hebûna bingehên deryayî û leşkerî yên Îranê, di dema aloziyên leşkerî yên vê dawiyê yên di navbera Waşinton û Tehranê de, bûye yek ji deverên herî hestyar. Teqînên li Sîrîk, Qişm û Bender Ebasê li gel bizavên navbeynkariya navdewletî ji bo rawestandina şer û dubare vekirina Tengava Hurmizê hevdem in.