11 sal di ser rizgarkirina Şingalê re derbaz bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 15 mehên dagirkirina Şingalê ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî di 13ê Mijdara 2015ê de ew bajar bi temamî azad kir.
Serok Barzanî di 4ê Tebaxa 2015ê de, di salvegera yekê ya ketina Şingalê de gotibû: "Ez sozê didim, ê ku destê xwe dirêjî namûsa me kiribe heta dawî kesê wan li kîjan aliyekî vê cîhanê be, em dê bi pey wan bikevin, heta tola xelkê xwe ji wan vedikin." Piştî derbazbûna sê mehan, Serok Barzanî li Çiyayê Şingalê peyameke dîrokî ragihand û got: "Ez mizgîniya rizgarkirina Şingalê ji gelê Kurdistanê re radigihînim, ev serkeftin li xelkê Kurdistanê û malbatên şehîdên qehreman, bi taybetî li xûşk û birayên Êzidî pîroz be; ev dastan bi hemî pîveran dastaneka dîrokî ye ku hatiye tomarkirin."
Di vê operasyonê de, Pêşmergeyan karî hêla stratejîk a 47 bibirin, ku rêya serekî ya peywendiya navbera Mûsil û Reqayê bû; ev serkeftin ne tenê azadkirina Şingalê bû, belkî vegerandina hêviyê bû ji bo mana welatiyên Êzidî, ku piştî ketina Şingalê di kampan de û li ser Çiyayê Şingalê asê bûbûn. Herwisa ev bû destpêkek ji bo rûxandin û bidawîanîna rêxistina DAIŞê ku li Mizgefta Nûrî ya Mûsilê xelafeta xwe ragihandibû.
11 salan piştî wê roja dîrokî, hîn jî pareka zêde ji koçberên Şingalê li kampên parêzgeha Dihokê, di nav de kampên Şariya, Kebertû, Xankê û Şêxanê mane û venegeriyane warê xwe. Sedema serekî ya venegeriyana wan jî nebûna piştrastiya ewlehî û baweriyê ye. Gelek ji wan malbatan ji vegera bo deverekê ditirsin, ku hîn jî di bin bandora çend aliyên çekdarî de ye û ji hemî xizmetkariyên destpêkî bêpar û paşguhxistî ye. Bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û êrîşa hêzên Îraqî û komên mîlîşiya careke din Şingal ket bin metirsî û gefa çekdarî. Ev guhertin bû sedema çêbûna rewşeke piralî ku heta niha jî berdewam e.
Amara revandiyan
Li gorî amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nêzîkî 6,417 kesan ji xelkê Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin, 3,595 kes ji wan hatine rizgarkirin, lê hîn jî zêdetirî 2,526 kesan, ku nêzîkî 1,215 ji wan jin û keç in, çarenivîsa wan nediyar maye. Nediyariya çarenivîsa wan mezintirîn birîna neçarebûyî ya civaka Êzidî ye.
Gorên bikom
Nêzîkî 96 gorên bikom li Şingal û derdora wê hatine dîtin. Ji vê hejmarê jî, nêzîkî 85 goran hatine vekirin û rufatên bi sedan qurbaniyan hatine derxistin. Heta niha rufatên nêzîkî 300 qurbaniyan piştî pişkinîna DNA radestî malbatên wan hatine kirin, lê hîn jî hejmarek gorên bikom maye, ku nehatine vekirin û naskirina bi sedan rufatên din jî tê çaverêkirin.
Nasandina komkujiya Êzidiyan wekî jenosîda di asta navdewletî de
Zêdetirî 15 welatan û çend dezgehên navdewletî komkujiya Êzidiyan wekî tawaneke jenosîd nasandiye, piştre Fransa, Brîtanya, Amerîka, Kanada, Holanda, Belçîka û çend welatên din, paşê Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ew tawan wekî komkujî nasand.
Ev îtîrafkirin e ji bo tomarkirina tawanan û daxwazkirina dadperweriyê pêngaveke girîng bûn, lê Hikûmeta Îraqê heta niha bi rengekê fermî di asta parlamentoyê û hikûmetê de ew tawan wekî jenosîd nenasiye, tenê qanûna hejmar 8 a sala 2021ê bi navê piştevaniya madî û qanûnî ya ji bo rizgarbûyitan derxist.
Peymannameya asayîkirina rewşa Şingalê
Di 9ê Mijdara 2020ê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Federal a Îraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî, bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî, peymannameyeka girîng bo asayîkirina rewşa Şingalê îmze kir, lê Hikûmeta Îraqê heta niha pabendî bicihanîna wê peyamnê nebûye.
Xalên serekî yên wê lihevkirinê ev bûn:
- Hilbijartina qaymeqamekî serbixwe, ku ji aliyê her du aliyan ve bê qebûlkirin.
- Radestkirina dosyeya ewlehiyê ya Şingalê bo polîsan û vekişîna hemî hêzên çekdar ên nefermî.
- Damezrandina 2,500 kesan ji xelkê Şingalê wekî hêza polîsan bo parastina ewlehiya deverê.
- Bicihanîna projeyên avedankirinê û vegera koçberan bi awayekî bi rûmet.
- Pêkannîna lijneyeke hevpar a meydanî bo şopandina bicihanîna naveroka wê lihevkirinê.
Lihevkirina yekalî
Piştî derbazbûna şeş salan di ser lihevkirina her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser asayîkirina rewşa Şingalê re, Hikûmeta Federal ku pabendî lihevkirinê nebû bi rengekê yekalî lihevkirin ligel komên çekdar ên nêzîkî PKKê kir û di 26ê Mijdara 2026ê de li Çiyayê Şingalê proseya tevlîkirina çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bi dezgehên Hikûmeta Îraqî ve bi cih anî, û wekî pêngava yekê nêzîkî pênc hezar çekdaran veguhastin ser dezgehên ewlehiyê yên Îraqê û li Şingalê hiştin.