Serok Barzanî bo wexera dawiyê ya rojnamevan Ferhad Mihemed peyameke hevxemiyê weşand
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber wexera dawiyê ya rojnamevan Ferhad Mihemed, Serok Barzanî peyameka sersaxiyê û hevxemiyê arasteyî kesûkarên wî û rojnamevanên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî îro În, 13ê Mijdara 2026ê, peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkarên rojnamevan Ferhad Mihemed kir, ku derengiya şeva borî wexera dawiyê kiriye.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Bi xemeke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya nivîskar û rojnamevan û sernivîserê kovara Gulanê û endamê Pişka Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê (Ferhad Mihemed) gihîşt min.”
Serok Barzanî herwisa ragihandiye: “Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Xudêjêrazî Ferhad Mihemed û heval û hevkarên wî û hemû nivîskar û rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim û ez hevparê xema wan im.”
Her di wê peyamê de hatiye: “Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta berfireh şa bike û sebir û hedarê bide gişt aliyan.”
Ferhad Mihemed rojnamevanekî navdar ê Kurdistanê bû, herwisa sernivîserê kovara Gulanê jî bû.