Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji Îmaratê re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de sersaxî ji serokatî, hikûmet û gelê Dewleta Îmaratên Erebî yên Yekbûyî re xwast û hevxemiya xwe ya zêde jiê re diyar kir, ji ber mirina hejmareka welatiyan di bûyereke diltezîn a trafîkê de li mîrgeha Fûceyreyê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro În, 13ê Mijdara 2026ê, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir û tê de ragihand: "Ez peyama sersaxiyê ya dilsozane û hevxemiya xwe ya zêde arasteyî serokatî, hikûmet û gelê Dewleta Îmaratên Erebî yên Yekbûyî yên bira dikim, ji ber qurbaniyên wê bûyera diltezîn a Trafîkê ku li mîrgeha Fûceyreyê rû da."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de herwisa dibêje: "Em ji Xudayê mezin û dilovan lava dikin ku canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe bi behişta berfireh şa bike, şîfaya bilez bide birîndaran û sebir û hedarê bide kesûkar û malbatên wan."
Duhî Pêncşemê, 12ê Mijdara 2026ê, li ser yek ji rêyên serekî yên bajarê Fûceyreyê li Dewleta Îmaratê, bûyereke mezin a pêkdadana zincîreyî di navbera 18 otomobîl û 5 barhilgiran de rû da. Li gorî amarên fermî yên Wezareta Navxwe ya Îmaratê, di encama vê karesatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kesên din jî birîndar bûn.
Bajarê Fûceyreyê, ku dikeve aliyê rojhilatê ê Dewleta Îmaratê û rûberê wê nêzîkî hezar û 165 kîlometreyên çargoşe ye û zêdetirî 300 hezar kesan tê de dijîn, bi topografiyeke çiyayî û hebûna rêzeçiyayên "Hecer"ê tê naskirin.
Ev pêgeha erdnîgarî wisa kiriye ku ew rêyên serekî yên Fûceyreyê bi bajarên mezin ên wekî Dubay û Ebûzebî ve girê didin, di nava çiya, gelî û pêçên dijwar re derbaz bibin, ev yek jî di dema têkçûna keşûwehayê an pirsgirêkên teknîkî û barhilgiran de metirsiya bûyerên trafîkê zêdetir dike.