Bayram Bozyel: Em dixwazin pirsa Kurd bi rêyên aştiyane bînin rojeva Tirkiyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel derbarê karvedanên li hember avakirina Hevbendiya Netewî ya Kurdistanî de ragihand, daxwazên rewa yên miletê Kurd li ser bingeha hiqûqa navneteweyî ne û gefên aliyên nijadperest ji bo provakekirina pêvajoya siyasî û diyalogê ne.
Bayram Bozyel ji Diyarbekirê di hevpeyvîneke taybet ligel Kurdistan24ê de bal kişand ser wê yekê ku hin aliyên li Tirkiyeyê berê ji şerê çekdarî hez dikirin, ji ber ku dixwestin pirsa Kurd wekî pirseke terorê nîşan bidin. Bozyel got: "Tirsa wan a herî mezin ew bû ku Kurd bi dengê xwe, bi siyaseta xwe û bi daxwazên xwe derkevin meydanê. Serederîkirina wan a bi şerê çekdarî re hêsan bû, lê ji bo wan serederîkirina bi daxwazên rewa yên miletê Kurd re pirseke mezin e."
Bozyel tekez kir ku aliyê Kurd dûrî şer û pevçûnan e, tundiyê bi kar nayne û dixwaze pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bîne ser maseyê û rojeva Tirkiyeyê.
Serokê PSKê diyar kir ku ew kesên bi tundî li dijî vê hevbendî û înîsiyatîfê derdikevin, nûnertiya piraniya gelê Tirk nakin, belkî grûpeke biçûk in ku hebûn, siyaset û jiyana xwe li ser dijayetiya Kurdan û nijadperestiyê dimeşînin û dixwazin vê pêvajoya ku ber bi siyaset û diyalogê ve diçe provake bikin.
Derbarê armancên hevbendiyê de ku li ser bingeha peymanên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û mafên mirovan hatine danîn, Bozyel got: "Em tiştekî derveyî rêzê nabêjin. Em dibêjin miletê Kurd heye û divê nasnameya wî bê qebûlkirin; zimanê wî heye û divê bê bikaranîn; miletê Kurd li Tirkiyeyê girseyeke ji 30 milyon kesan zêdetir e li Tirkiyeyê ku li ser axa xwe dixwaze bijî û divê ji bo Kurdan statuyek bê nasîn. Ev li gorî hiqûqa navneteweyî û wijdanê mirovahiyê ye; di vir de ti tundî, nijadperestî û heqaret nîne."
Bayram Bozyel rexneyên tund li siyasetmedarê nijadperest Umit Ozdag û kesên wekî wî girt û da zanîn ku pirsa Kurd bi sed salan e bi tundiyê nehatiye çareserkirin; bi darvekirina Şêx Seîd û Seyîd Riza jî pêla Kurdayetiyê bêtir geş bûye. Herwiha tekez kir ku tiştê di sed salan de bi şîdetê encam jê nehatiye standin, îro jî encam jê nayê standin û ew helwest hem derveyî aqil û rastiya Tirkiyeyê ye û hem jî dijî mirovahiyê ye.
Bozyel gefên li dijî rêberên hevbendiyê bi tundî şermezar kirin û got: "Eger tu bêjî ez ê aqîbeta Şêx Seîd û Seyîd Riza bînim serê rêberên vê hevbendiyê, ev bi awayekî aşkere sûc e, tawan e, gefxwarin e û handana komkujiyê ye. Divê ev yek li her qadê bê mehkûmkirin."
Di dawiya axaftina xwe de, Serokê PSKê destnîşan kir ku cihê vê helwestê ne di wijdanê miletê Kurd de û ne jî di wijdanê miletê Tirk de heye û wiha dawî lê anî: "Ew dikarin bi vê helwesta xwe avê şêlo bikin û pêvajoyê provake bikin, lê em wekî aliyê Kurd ti carî tawîz nadin ku bikevin ser rêya provokasyonê û bi usûl û qaîdeyên wan siyasetê bikin. Em bi xwe bawer in, em li ser rêya rast in, tiştê ku em dibêjin rewa ye û li gorî wijdanê mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî ye."