Li Dihokê yek ji mezintirîn parkên Îraqê û Herêma Kurdistanê tê çêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi gojmê 128 milyar dînaran û li ser rûberê 1 milyon û 575 hezar metreyên çargoşe yên erdî, karên avakirina Parka Niştimanî ya Dihokê ya navdar bi Aloka li rojavayê bajarê Dihokê berdewam in. Proje ji aliyê kompanyaya "Nors Light"ê ve tê bicihanîn û rêjeya bicihanîn tê de gihîştiye nêzîkî 25%.
Rêveberê Projeyê Selah Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di meha Hezîrana sala 2024ê de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve kevirê bingehîn bo vê projeyê hatiye danîn û 4 sal ji bo temambûna wê hatine destnîşankirin."
Navbirî diyar jî kir ku bi bidawîhatina vê parkê, bajarê Dihokê dê bibe xwediyê yek ji mezintirîn û xweşiktirîn parkan li ser asta Herêma Kurdistanê û Îraqê, herwisa rêjeya keskahiyê bi rêya vê parkê dê nêzîkî 03% li bajarî zêde bibe û dê rûyekî xweşik û şaristanî bide bajarî.
Rêveberê Projeyê herwisa got ku ji bilî keskatiyê, ev park ji otêl, bendav, nafûreyên avê, mizgeft, xwaringeh, kafê û cihên werzişê û lîstik û xizmetkariyên cuda cuda pêk tê.
Tiştê ku vê parkê ji parkên dî cuda dike çêkirina bendav, nafûreyên mezin ên avê, yarîgehên werzişî, mizgef xwaringeh in ku dê bi kalitiyeka bilind bên çêkirin û dê sîmayekê xweşik bidin vî bajarî ji bo rakêşana geştyaran.
Li bajarê Dihokê 150 baxçe û 10 parkên giştî hene û tîmên taybet ji bo çavdana wan hatine danan daku her paqij û parastî bimînin. Niha rêjeya keskatiyê li bajarê Dihokê 15% ye û bizav tên kirin ku bigehe standardên cîhanî.