Hêmin Hewramî: Em bo danûstandinên ligel YNKê amade ne

Hêmin Hewramî û Tommaso Sansone
Hêmin Hewramî û Tommaso Sansone

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Mekteba Siyasî ya PDKê di hevdîtinekê de ligel Konsulê Giştî yê Îtalyayê ragihand ku di çarçoveya bangawaziya Serok Barzanî de ji bo civîn û danûstandinên ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amade ne û ji bo rûbirûbûna bizavên perçekirina Herêma Kurdistanê jî ji ti rêkaran natirsin.

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Pişka Rêkxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Pîrmamê Hêmin Hewramî îro Duşemê, 16ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone kir û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê nîqaş kir.

Hêmin Hewramî di peyamekê de amaje bi wê yekê da ku di wê hevdîtinê de bi hûrgilî hemî pêngavên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê di du salên borî de ji bo danûstandinan û gihîştina bi lihevkirinê xistin ber çavan û tevahiya rêkarên qanûnî û peyrewî yên çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê jî ji bo şanda mêvan zelal kirine.

Navbirî herwisa got jî ku wan tekez li ser wê yekê jî kiriye ku di çarçoveya bangawaziya Serok Barzanî de ji bo civîn û danûstandinên ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, amadebûna temam a partiya xwe tekez dikin.

Di derheqa deng û bizavên neguncayî yên hin aliyan ji bo perçekirina Herêma Kurdistanê, Hewramî zelal kir ku PDK, gelê Kurdistanê û dilsozên axa Kurdistanê ji bo rûbirûbûna wan alî û bizavên ne-Kurdistanî ji ti amraz û rêkaran natirsin.

Li hemberî vê yekê, Konsulê Giştî yê Îtalyayê jî helwesta welatê xwe ya ji bo piştgirîkirina li saziyên destûrî yên Herêma Kurdistanê ya yekgirtî piştrast kir û tekez kir ku Îtalya xemxwera zêdetir parastin û pêşxistina Herêma Kurdistanê ya yekgirtî ye û daxwaz dikin ku danûstandinên siyasî berdewam bin daku bi rêya diyalogê lihevkirin bê kirin.

Di 20ê Cotmeha 2024ê de, hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê bi rê ve çûn û tê de Partiya Demokrat a Kurdistanê 39 kursî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû 15 kursî ji tevahiya 100 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin. Tevî danûstandinên di navbera PDK û YNKê de, ev nêzîkî du salan ne ku kabîneya nû ya hikûmetê nehatiye pêkanîn.

Piştî derbazbûna zêdetirî du salan di ser hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê re, rûniştina temamkar a yekê ya parlamentoyê li roja 4ê Mijdara 2026ê bi amadebûna 52 parlamenteran bi rê ve çû.