Erdogan: Em dê bi hev re serdema nû ava bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê radigihîne ku bi lûtkeyên COP-31 û NATOyê ew dê li ser peyama welatekî bihêz berdewam bin û tekez dike ku berevajî opozîsyonê, ew ti cudahiyê naxin navbera ciwanan û ew dê bi hev re serdema nû ava bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro îro Duşem, 16ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand ku îro li cîhanê êdî behsa pêngavên navxweyî û derveyî yên Tirkiyeyê tê kirin.

Erdogan herwisa got: "Bi lûtkeyên COP-31 û NATOyê, em li ser pêgeh û armanca xwe ya ji bo welatekî bihêz berdewam in; di siyaseta navxweyî de jî, di navbera me û opozîsyonê de di hizir û nêrînan de cudahiyeke mezin heye."

Erdogan herwisa rexne li aliyên opozîsyona welatê xwe girtin û amaje da: "Ew ciwanan li gorî nijad, îdeolojî û awayê jiyanê ji hev cuda dikin, lê em ti cudahiyekê naxin navbera wan."

Di derheqa rewşa navxwe û pêngavên pêşerojê de jî, Serokkomarê Tirkiyeyê behsa wê yekê kir ku di warên aborî û demokrasiyê de hêj rê li pêşiya wan heye ku bibirin, lê tekez jî kir ku "ev ne pirsgirêkên bêçareserî ne."

Di dawiya axaftinên xwe de jî, Erdogan got: "Pêştir ev gel wekî Tirk û Kurd, Elewî û Sune perçe kirin; niha em dê serdema nû bi hev re ava bikin."

Ev daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di demekê de ne ku Tirkiye bi gelek pirsgirêkên navxweyî yên aborî û siyasî re mijûl e. Ji aliyê navxweyî ve, desthilata AKPê bi rexneyên tund ji aliyê opozîsyonê ve rûbirû ye.

Erdogan di axaftinên xwe de balê dikişîne ser pirsên "yekîtiya ciwanan" û pirsa kurd û elewiyan, da ku bersiva rexneyên opozîsyonê bide û di pêvajoya siyasî ya nû de balê bikişîne ser banga "avakirina serdemeke nû" û kêmkirina duberekiyên civakî.

Lê heta niha bi rengekê fermî di destûra Tirkiyeyê de îtîraf bi hebûna Kurdan nehatiye kirin û zimanê Kurdî wekî zimanekê fermî li Tirkiyeyê nehatiye nasandin û îtîraf pê nehatiye kirin.