Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Norwêc û Swêdê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya Konferansa Salane ya Koçê li Viyanayê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel her yek ji Cîgirê Wezîrê Dad û Ewlekariya Giştî ya Norwêcê Joakim Sevrin û Wezîrê Koçê yê Swêdê Johan Forssell civiya.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Duşem, 16ê Mijdara 2026ê, ligel her yek ji Cîgirê Wezîrê Dad û Ewlekariya Giştî ya Norwêcê Joakim Sevrin û Wezîrê Koçê yê Swêdê Johan Forssell civiya. Di wê civînan de, behsa bihêzkirina hevkariyan di warên koç, ewlekarî û rûbirûbûna koça neqanûnî de hat kirin.
Herwisa di civîna ligel Wezîrê Koçê yê Swêdê de, aliyê Swêdî pesnê rola Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna teror û DAIŞê de da û her du aliyan tekez li ser berdewamiya hevahengiya ewlehî û hevkariya dualî kir.