Lîjneyeke navneteweyî li Berlînê lêkolînê li ser komkujiya Êzidiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek ji rizgarbûyîyên komkujiya Êzidiyan li Îraq û Sûriyeyê li Berlînê şahidiyên xwe li beranberî Lîjneya Lêkolînê pêşkêş kirin; ev lîjneya yekê ye di vî warî de piştî 12 salan di ser wan karesatan re tê avakirin û lêkolînê li ser wan tawanan dike yên ku li dijî Êzidiyan hatine kirin.

Tê çaverêkirin ku ew lîjne di sê rûniştinan de guhdariya nêzîkî 30 qurbaniyan bike. Ev di çarçoveya destpêşxeriyeke civaka sivîl de ye, ku bi budceya Hikûmeta Brîtanyayê tê birêvebirin û raportekê ji bo Hikûmeta Brîtanyayê amade dike.

Lîjneya jêgotî ji heft endaman pêk tê, Helgira Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2026ê Navanethem "Navi" Pillay û çend parlamenterên li Almanya û Brîtanyayê, lêkolînê li ser wan şahidiyan dikin ên ku li ser tawanên kuştin, êşkencekirin, destdirêjî û benîkirinê ne. Almanyayê di sala 2023ê de ew tawan wekî komkujî nasandin, mîna çend welatên Ewropayî û lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî.

Seroka Lîjneya Lêkolînê ya Komkujiya Êzidiyan Helena Kennedy di rûniştina vekirinê de got: "Di van 15 salên borî de ti lêpirsîneke kiryarkî li ser wan tawanan nehatiye kirin." Kennedy di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Frans Pressê di navbera wan rûniştinan de, ku rêkxistinan bi navê “Lîjneya Rastiyan bi Destpêşxeriya Civaka Êzidî" bi nav kiriye, got: "Destdirêjîkirina li ser jin û keçên Êzidî û benîkirina wan yek ji mezintirîn rûpelên şermezariyê ye di van her du dehsalên borî de."

Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) di dala 2014ê de dest danî ser rûbereke berfireh a Sûriye û Îraqê, di nav de devera dîrokî ya Êzidiyan li Çiyayê Şingalê û xîlafetek ragihand; wê rêxistinê Êzidî û ola wan a yek-Xuda-peresetiyê, ku vedigere serdema beriya Îslamê, wekî zindîq didîtin. Endamên wê rêxistinê komkujî li dijî wê kêmneteweya kurdîziman pêk anîn, bi hezaran kes ji wan kuştin û jin û zarokên wan kirin benî.

Piştî zêdetirî dehsalekê bi ser wan tawanan de, ku nêzîkî 5 hezar Êzidiyan tê de hatin kuştin û 6400 kes jî rûbirûyê benîkirinê bûn, hêj gelek ji rizgarbûyîyan li bendê ne ku wan dîmenan vegêrin ên ku dîtine. Nejla Meto vegêra ka çawa di 15ê Mijdara 2014ê de çekdarên wê rêxistinê êrîş kir ser gundê wê yê Koço li Îraqê û bav û birayên wan kuştin. Meto li beranberî lîjneyê got: "Mêr kuştin ji ber ku wan red kir ku biçin ser ola Îslamê." Meto herwisa ragihand: "Ez nikarim tiştê ku Dewleta Îslamî bi min re kiriye ji bîr bikim."

Nejlayê herwisa vegêra ku ew bo Mûsilê hat veguhastin, li wê derê pişkinîn ji bo wê hat kirin û hat firotin beriya ku pêşkêşî yekî ji çekdarên wê rêxistinê bê kirin. Piştî ku bizav kir ku bireve, Meto rûbirûyê destdirêjiyê bû û bi çekdarekî din ê wê rêxistinê hat firotin, çar mehan jî li ser lêva mirinê bi sedema birçîbûnê ma heta ku hat rizgarkirin. Wê jina 39 salî herwisa got ku ew hêvîdar e rojekê li beranberî dadgehê rûbirûyê wan bibe yên ku ew revandibû û got: "Ev ji bo min dadperwerî ye."

Seha Nûêmat, ku şahideke din e, hişyarî da ku komkujiya li dijî gelê wê hêj berdewam e û ragihand ku çarenivîsa zêdetirî hezar Êzidiyan hêj winda ye. Li ser wan çekdarên ku hatine girtin, piraniya wan li Îraqê bi tawanên din ên wekî endamtiya di rêxistineke terorîst de rûbirûyî cezayê girtinê bûne.

Dadgeheke Almanyayî di Tîrmehê de cezayê girtinê ji bo jin û mêrekî Îraqî derxist, bi tawana benîkirina du keçên Êzidî û pêkanîna destdirêjiya sêksî li ser wan. Wan jin û mêran keçeke 5 salî li dawiya sala 2015ê û keçeke din a 12 salî jî li Cotmeha 2017ê kiribûn benî. Almanya mezintirîn civaka Êzidî li derveyî Îraqê dihewîne, piştî ku mafê penaberiyê da nêzîkî 230 hezar kesan ji peyrewên wê olê.

Ligel vê yekê jî, bizavên rêkxistî li ser asta navneteweyî sinordar mane. Netewên Yekbûyî di sala 2017ê de tîmeke lêkolînê ji bo bihêzkirina lêpirsînê li ser tawanên Dewleta Îslamî (YUNITAD) pêk anî, lê di sala 2024ê de li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê karên wê tîmê bidawî bûn.

Rêkxistinker hêvîdar in ku Lîjneya Lêkolînê ya Rastiyan li Berlînê bizavên ji bo bidestxistina dadperweriyê ji bo Êzidiyan pêş bixe. Kennedy ji Frans Pressê re got: "Em daxwaza damezirandina dadgehekê dikin ku karibe vî erkî bixe ser milên xwe, divê Netewên Yekbûyî berpirsiyariya xwe di vî warî de rake."