Mesrûr Barzanî: Çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê li dijî ti aliyekî nebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdara 2026an di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser çendîn mijarên girîng ên navxweyî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji wan pêkanîna hikûmeta nû, êrîşa li ser kêlgeha Kormorê, biryara Dadgeha Federalî û para Herêmê di budceya sala 2027an de..

Çalakkirina Parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê

Di destpêka axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî amaje bi ji nû ve çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand, ev gav li dijî ti aliyekî nebûye, belkî ji bo parastina rewatiya parlamentoyê û qewareya Herêma Kurdistanê bûye. Herwiha daxwaz kir ku banga Serok Barzanî bibe bingehek ji bo hemû aliyên siyasî da ku dest ji berjewendiyên şexsî û hizbî berdin û ji bo pêkanîna hikûmetê werin ser maseya gotûbêjê.

Derbarê hewlên ji bo civîna PDK û YNKê de, Serokwezîr got: PDKê pêwendiyeke berdewam bi serkirdayetiya Yekîtiyê re hebûye, da ku civîn were kirin. Ji dil em dixwazin bi hev re karibin hikûmetekê pêk bînin ku di berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê de be, lê di heman demê de divê her tişt li gorî qebareya xwe be û rêz li dengê xelkê Kurdistanê û encamên hilbijartinan were girtin.

Tê nûkirin..