Wezîreke Almanyayê: Em peywendiyên xwe yên aborî ligel Herêma Kurdistanê pêş dixin

Reem Alabali-Radovan
Reem Alabali-Radovan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Federalî ya Hevkariya Aborî û Pêşxistinê ya Almanyayê ragihand ku Berlîn li ser pêşxistina peywendiyên aborî û dostane yên li gel Herêma Kurdistanê cidî ye û dê li ser alîkarîkirina pêkhateya Êzidiyan û avedankirina devera Şingalê berdewam be.

Wezîra Federalî ya Hevkariya Aborî û Pêşxistinê ya Almanyayê Reem Alabali-Radovan Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, di kongreyeke rojnamevanî de li paytexta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Berlînê de di asteke gelekî baş de ne.

Reem Alabali-Radovan herwisa got: "Armanca me ew e ku di paşerojê de ev peywendiya xurt zêdetir di warê veberhênan û hevkariya aborî de reng vede." Herwisa her du aliyan li hev kir ku parastina aramî û tenahiya Herêma Kurdistanê şertê sereke ye ji bo pêşveçûna aborî û avêtina gavan ber bi pêş ve.

Di pareka din a axaftinên xwe de, Reem Alabali bal kişand ser rewşa Êzidiyan û bi taybetî devera Şingalê û got: "Rewşa jiyana xwişk û birayên me yên Êzidî hêj giran û hestiyar e; Hikûmeta Federalî ya Almanyayê dê li ser alîkariyên xwe yên berdewam ji bo wê pêkhateyê li Îraqê, Herêma Kurdistanê û navxweya Almanyayê berdewam be, bi taybetî di warê pêşxistina jêrxaneyê û avedankirina Şingalê de daku zemîneya vegereke aram û serbilind ji bo awareyan bê afirandin."

Wezîra Federalî ya Almanyayê eşkere jî kir ku di dema serdana xwe de, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha li gel Serokwezîrê Îraqê jî civiyaye û rewşa deverê û çareserkirina pirsgirêkên Şingalê nîqaş kirine.

Reem Alabali tekez jî kir ku peyama Berlînê pir zelal e, ew jî ew e ku pirsa mafên Êzidiyan, avedankirina deverên wan û aramiya Herêma Kurdistanê di pêşîneya karên Hikûmeta Almanyayê de dimînin.