Ebû Turab Temîmî: Şiyana Serok Barzanî ya çareserkirina qeyranan heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarekî Iraqî daxwaza parastina yekrêziya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, yekgirtina Kurdan hêzê dide wan û Iraqê. Hevdem hêvî kir ku bi rola Serok Barzanî û kesên jîr ên di nava aliyên Kurdî de, nakokî bên çareserkirin.
Siyasetmedarê Iraqî Ebû Turab Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, gelê Kurd ji bo nasname û neteweya xwe şer kiriye, berevanî kiriye û xwe li ber stema rejîma Sedam Husên ragirtiye. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku piştî rûxana rejîma Sedam Husên, birayên me yên Kurd li hemû parêzgehan maf û şayisteyên xwe bi dest xistine, bi awayekî ku ji rewşa niha ya parêzgehên başûr û naverastê baştir e.
Ebû Turab Temîmî got jî: "Mijara sereke ya ku ez dixwazim behsa wê bikim ew e, ji ber ku îro parêzgeha Silêmaniyê dixwaze ji Herêmê cuda bibe, ev kar ne xizmeta Iraqê dike û ne jî xizmeta birayên me yên Kurd dike."
Herwiha tekez kir ku ew destkeftiyên Kurdan bi dest xistine, bi saya yekrêzî, tebayî û hilbijartina kesên şayiste bûne û ev destkeftiya mezin jî vegerand ser yekrêziya Serok Barzanî û Mam Celal.
Temîmî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand: "Em hêvîdar in parêzgehên Herêmê yekgirtî bin, herwekî ji bo me girîng e wekî Iraqî rola wan hebe, xizmeta welêt bikin û teba bin. Dibe ku hin kes bixwazin we ji hev belav bikin û we dabeş bikin û wisa bifikirin ku ev ji bo wan xala bihêz û ji bo we lawazî ye; lê bi baweriya min, bi yekrêziya we Iraq dê bihêz bibe û hûn bixwe jî dê bihêz bibin, ligel parastina nasnameya niştimanî û parastina Iraqeke yekgirtî û yekperçe."
Ebû Turab Temîmî hêvî kir ku bi hîkmeta kesên jîr dawî li van nakokiyan bê û got: "Îro Serok Barzanî xwedî şiyana kontrolkirina qeyranê ye, herwiha di nava tevahiya serkirdayetiyên Kurdî de, çi di Partî de û çi di Yekîtiyê de, hîn jî kesên zana û jîr hene û ev qeyran dê bê çareserkirin."