HEVBENDÎ: Divê hevalên me yekser bên azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclîsa Hevpeymaniya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) li hemberî operasyonên binçavkirinê yên li dijî endam û rêvebirên xwe yên ku li 6 bajaran, nerazîbûn nîşan da û daxwaza azadkirina wan kir.

Di daxuyaniya HEVBENDÎ’yê de tê gotin ku di operasyonên li Diyarbekir, Riha, Batman, Îdir, Enqere û Stenbolê de 14 hevalên wan hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê PWK’ê Mehmet Can Azbay û gelek nûnerên partiyên siyasî hene.

HEVBENDÎ, ragihand ku konferansa damezrandinê ya 9’ê Mijdarê li Diyarbekirê hatiye lidarxistin, ji bo raya giştî vekirî bû û bi dizî nehatiye kirin.

Meclîsa HEVBENDÎ’yê, destnîşan kir êrîşên li ser malan nayên pejirand û ragihand, divê kesên hatine binçavkirin yekser bên azadkirin. 

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku wê xwedî li biryarên di Konferansa HEVBENDÎ’yê de hatine pejirandin bikin û li ser bername û hiqûqa navxwe berdewam bin.