Lîjneya lêkolînê ya li ser dosyaya qaçaxbirina petrolê serdana Silêmaniyê û dergehên sînorî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Parlamentoya Iraqê Zîrek Zêbarî ragihand, lîjneya lêkolînê ya li ser qaçaxbirina petrolê dê di demeke nêz de serdana parêzgeha Silêmaniyê û dergehên sînorî bike. Zêbarî tekez kir ku her kes û aliyekî têkilî vê dosyayê bûbe, dê rûbirûyê yasayê bê kirin û piştî komkirina belgeyên piştrastkirî, rapora dawî dê pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê bê kirin.
Endamê Parlamentoya Iraqê Zîrek Zêbarî ji Kurdistan24ê re ragihand, lîjneya ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve ji bo lêkolîna li ser bi qaçaxbirina petrolê hatiye pêkanîn, karên xwe çir kirine û serdana çend navçeyan dike. Di vê çarçoveyê de lîjne dê di demeke nêz de serdana parêzgeha Silêmaniyê û dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê bike.
Zîrek Zêbarî diyar kir ku endamên lîjneyê di çarçoveya erkê xwe de, dê serdana Silêmaniyê bikin û hemû wan cihan ji nêzîk ve pişknîn bikin ku petrol bi rêya qaçax ji wan hatiye hinardekirin. Herwiha tekez kir ku di vê dosyayê de parêzbendiya ti kes û aliyan nîne û her kesê ku destê wî tê de hebe, dê rûbirûyê yasayê bê kirin.
Zêbarî eşkere kir ku lîjne belgename û dokûmentên piştrastkirî kom dike û piştî temambûna pişkinîn û lêkolînan, dê raporeke giştgir û dawî amade bike û pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê bike da ku rêkarên pêwîst bên girtin.
Li gorî zaniyariyan, di wê rapora ku derbarê biqaçaxbirina petrolê de pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin de, rojane rêjeyeke mezin a petrolê ji parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê bi rêya qaçax bo Îranê hatiye hinardekirin û ji wir jî bo Efxanistanê hatiye şandin.
Hat ragihandin ku Lîjneya Lêkolînê ya Parlamentoya Iraqê heta niha çendîn belgeyên piştrastkirî bi dest xistine û komek belge derbarê bi qaçaxbirina petrolê de kom kirine.