Akademîst ji her çar parçeyên Kurdistanê daxwaza parastina qewareya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek ji profesor, bijîşk, zana û akademîstên diyar ên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê, bi tevlîbûna civaknasê navdar ê Tirk Îsmaîl Beşîkcî, di bangewaziyekê de ji bo serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya zêde li hember xetimîna siyasî û bizavên parvekirina herêmê diyar kir û daxwaza parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

Di wê bangewaziyê de, ku bêyî ti alîgiriyeke partîzanî û tenê ji bo xêr û xweşiyên gelê Kurd hatiye belavkirin, akademîstan tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkî 40 milyon Kurdan li seranserî cîhanê gelek ji pêkhateyeke kargêrî ya sade zêdetir e; belkî yekane qewareya siyasî û destûrî ye ku navê Kurdistanê hildigire û nûnertiya mafê xweseriyê, ala, ziman û hêviyên gelê me dike ku di sala 2005ê de bi xebateke demdirêj di çarçoveya destûra Îraqê de hatiye çespandin.

Îmzakeran nîgeraniya xwe ya cidî nîşan da, ku piştî derbazbûna du salan di ser hilbijartinan re hîn jî hikûmeta nû nehatiye pêktanîn, û dema ku parlamento di serê vê mehê de civiya, du aliyên siyasî yên sereke îtîraf bi wê rûniştinê nekir û ji proseya pêkanîna hikûmetê vekişiyan; hişyarî jî da ku ev pêngav yekrêziya siyasî û aramiya qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê dixin metsirsiyê.

Di pareka din a wê bangewaziyê de, zana û akademîstan tekez kir ku parvekirina Herêma Kurdistanê bi ti awayî daxwaza piraniya Kurdan li nava welat û li diyasporayê nîne. Wan herwisa daxwaz ji gişt hêzên siyasî jî kir, çi di hikûmetê de bin an di opozisyonê de, bi rêya diyalog û hevfêmkirina dualî cudahiyên xwe nehêlin û wê bingehê bikin pêşenga biryarên xwe ya ku dibêje: Netewe û niştiman li pêşiya her tiştî tên, paşê partî an ol û di dawiyê de kitekes, daku Herêma Kurdistanê ji bo nifşên paşerojê jî wekî çavkaniya rûmet û rastiyeke zindî ya siyasî bimîne.

Navên îmzakerên destpêkê yên wê bangewaziyê:

- Profesor Dr. Husên Bektaj – Bijîşk (Almanya)

- Profesor Dr. Can Îlhan Kizilehan – Derûnnas (Almanya)

- Profesor Dr. Xazî Zêbarî – Bijîşk (Amerîka)

- Profesor Dr. Hendirên Soran – Bijîşk (Bṛîtanya)

- Profesor Dr. Marina Taloyan – Pispora Pejîknasiyê (Swêd)

- Dr. Îsmaîl Beşîkcî – Civaknas (Tirkiye)

- Îbrahîm Gurbûz – Damezrînerê Bingeha Îsmaîl Beşîkcî (Tirkiye)

- Dr. Şukro Guler – Bijîşk (Almanya)

- Dr. Gulistan Saribas – Bijîşk (Almanya)