Trump, Jinping û Putîn di lûtkeya dîrokî de: Bi gotûbêjan em nexşeya aştiya cîhanê ji nû ve dadirêjin
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn civîna lûtkeya sêalî ya dîrokî di navbera serokên Amerîka, Çîn û Rûsyayê de, îro 19ê Mijdara 2026an li bajarê Shenzhenê yê Çînê hate lidarxistin. Di civînê de her sê serokan tekezî li ser aştiya cîhanê, aramiya stratejîk, mijara çekên atomî û çareserkirina krîzên navneteweyî kir.
Xi Jinping: Em hemû xwedî çarenivîseke hevbeş in
Serokê Çînê Xi Jinping di destpêka civînê de ragihand ku ev hevdîtin gaveke werçerxanê ye û dîrokê tomar dike. Herwiha tekez kir ku gotûbêj dê li ser bingeha parastina aştiya cîhanê û pêşxistina aramiya stratejîk di pêwendiyên navbera welatên mezin de bin.
Xi Jinping amaje bi wê yekê jî kir û got: “Aştî her dem armanca mirovahiyê bûye; dîrok baştirîn wane ye û divê em ji bo avakirina paşerojê sûdê jê wergirin. Serdema dabirîna cîhanê derbas bûye; em hemû li vê cîhanê dijîn û xwedî çarenivîseke hevbeş in. Berpirsiyariyeke taybet li ser milê welatên mezin e û danûstandina erênî ya di navbera me de ne bijarde ye, belkî pêwîstiyeke neçarî ye.”
Serokê Çînê herwiha da zanîn ku welatê wî di salên borî de ji bo pêkvejiyana aştiyane û geşepêdana hevseng, pêşxistin daye hevkariya stratejîk a bi Rûsyayê re û pêwendiyên avaker ên bi Amerîkayê re. Wî daxwaz ji her du serokan jî kir ku ji bo rûbirûbûna astengiyên cîhanî bi hev re mînakeke baş pêşkêş bikin.
Vladîmîr Putîn: Parastina yasaya navdewletî û çareserkirina nakokiyan erkê me ye
Ji aliyê xwe ve Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn spasiya Çînê kir ji bo mêvandarîkirin û rêkxistina yekemîn civîna bi vî rengî di navbera serokên sê welatên endamên daîmî yên Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî de.
Putîn got: “Her sê welatên me serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Duyemîn in û berpirsiyariyeke me ya hevbeş di parastina aştî û asayîşa navneteweyî, bihêzkirina yasaya navdewletî û Peymannameya Neteweyên Yekgirtî de heye.”
Serokê Rûsyayê behsa wê yekê jî kir ku berjewendiyên hevbeş ên her sê welatan di warên asayîşa xwarinê, asayîşa enerjiyê, rûbirûbûna terorîzma navdewletî û tawanên rêkxistî de hene; herwiha di çareserkirina nakokiyên herêmî de, bi taybetî krîza Ukraynayê ku di civînên dualî yên duh bi Serokê Çînê re û îro jî li ser destpêşxeriya Serokê Amerîkayê li ser wê rawestiyane. Putîn tekez kir ku bi hevkariya avaker û li ser bingeha rêz û wekheviyê, ew dikarin aştî û aramiya cîhanê bihêztir bikin.
Donald Trump: Pirsgirêk bi gotûbêjê tên çareserkirin û em rê nadin Îran bibe xwedî çekên atomî
Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de pîrozbahiya serkeftina lûtkeya ‘APEC’ê li Serokê Çînê kir û bi matmayî behsa pêşkeftinên bajarê Shenzhenê kir.
Trump tekez kir ku ev civîna sêalî dîrokê dinivîse û got: “Gelek caran serokên berê xwe ji gotûbêjkirina bi wan welatan re vedidizîn ku nakokî bi wan re hebûn, lê ti pirsgirêk bi redkirina gotûbêjê nehatiye çareserkirin û ti aştî jî bi dûrketina ji pêwendiyan çênebûye.”
Derbarê mijara atomî de, Serokê Amerîkayê diyar kir ku wekî sê mezintirîn hêzên atomî yên cîhanê, ew di pêgeheke taybet de ne ji bo gotûbêjkirina li ser kêmkirina çekên atomî. Her çend ew mikur hat ku destberdana ji wan çekan ne karekî hêsan e jî, wî tekez kir ku pêwîst e hevkariyê bikin ji bo rêgirtina li belavbûna çekên atomî li welatên din û got: “Ew jî tiştê ku em li Îranê dikin e; em rê nadin Îran bibe xwedî çekên atomî.”
Di beşeke din a axaftina xwe de, Trump amaje bi wê yekê da ku bi Serok Pûtîn re gotûbêjeke dirêj li ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de kirine û ew di wê baweriyê de ye ku tişt ber bi pêş ve diçin. Herwiha rexneyên tund li Dadgeha Tawanan a Navneteweyî (ICC) girt û ragihand ku ew ji kontrolê derketiye û sînorê desthilata xwe derbas kiriye. Di dawiyê de jî hêviya xwe anî ziman ku di vê hevdîtina dîrokî de karibin ji bo paşerojeke ewletir encamên girîng bi dest bixin.