Sibe Hêza Ewlehiyê ya Hevbeş li Curf Sexirê tê belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe ew hêza ewlehiyê ya ku li ser hatiye lihevkirin, dê li herêma Curf Sexirê were belavkirin.

Jêderekî ewlehiyê yê hikûmeta federal îro 19ê Mijdara 2026an, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) re ragihand, sibe 20ê Mijdara 2026an, hêzeke hevbeş a ewlehiyê ku berê li ser hatiye lihevkirin, dê li herêma Curf Sexirê were belavkirin.

Ew plana ewlehiyê, duh 18ê Mijdarê ji aliyê Rêveberê Nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Ferîq Rûkn Ebdulemîr Şemerî ve hatiye pesendkirin.

Hûrgiliyên belavkirina hêzan

Li gorî planê, hêz dê bi vî awayî werin belavkirin:

- Wezareta Berevaniyê: Lîwaya 38an a Fîrqeya 10an dê herêma di navbera berbesta “Ya Husên” heta xaçerêya Faziliyeyê û sînorê Fermandariya Operasyonên Enbarê biparêze.

- Wezareta Navxwe: Lîwaya 17an dê navenda nahiya Curf Sexirê bigire dest, ji Çemê Feratê li rojhilat heta rêya Museyeb - Faziliyeyê li rojava.

- Heşda Şeibî: Her du Lîwayên 72 û 79an dê sînorê di navbera rêya Museyeb - Faziliyeyê li rojhilat heta sînorê Fermandariya Operasyonên Kerbelayê biparêzin.

- Polîsê Enerjiyê: Betalyoneke Polîsê Enerjiyê dê erkê parastina boriyên veguhastina petrolê li herêmê bigire ser xwe.

- Xalên pişkinînê: Polîsê Babilê dê xaleke pişkinînê li xaçerêya Faziliyeyê ber bi bajarokê Museyebê ve veke û Polîsê Enbarê jî dê xaleke din ber bi bajarokê Amîriyeya Felûceyê ve dayne.

- Vekirina rêyan: Rêya “Museyeb - Behbehanî - Xaçerêya Faziliyeyê - Amîriyeya Felûceyê” dê li ber hatinûçûnê were vekirin.

- Hêza yedek: Betalyona Dijeterorê li Serbazgeha Hamiyeyê dê wekî hêza yedek a Fermandarê Giştî ji bo her rewşeke ji nişka ve di amadebaşiyê de be.

Aloziyên vê dawiyê yên Curf Sexirê piştî wê yekê hatin ku di 14ê Mijdara 2026an de, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî neh berpirsên ewlehî û petrolê ji karên wan dûr xistin; di nav wan de Rêveberê Polîsê Babilê, Fermandarê Heşda wê parêzgehê, Fermandarê Lîwaya Şeşem a Polîsê Enerjiyê û Rêveberê Kompanyaya Boriyên Petrolê hebûn, piştî ku komîteyeke lêkolînê destkarîkirina sê şaxên boriya stratejîk a Besre - Hedîseyê û hebûna parzûngehên neyasayî li herêmê eşkere kirin.

Herêma Curf Sexirê bi dûrahiya nêzîkî 60 kîlometreyan dikeve başûrê rojavayê Bexdayê û di Cotmeha 2014an de ji destê DAIŞê hate rizgarkirin. Ji wê demê ve nêzîkî 12 salan e niştecihên wê koçber in û herêm di bin kontrola komên çekdar de bûye.