Bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê li Zaxoyê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê, îro Pêncşemê, 19ê Mijdara 2026an, bi sponsoriya medyayî ya kanala Kurdistan24ê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê birêve diçe.
Ev lûtke wekî mezintirîn korbenda tenduristiyê tê dîtin ku salane li yek ji bajarên Kurdistanê tê lidarxistin û îsal bajarê Zaxoyê mêvandariya birêveçûna wê dike. Dirûşmê vê gera lûtkeyê jî ev e: “Birêvebirina dirust ya kertê tenduristî ji bo kalîtî, xizmetguzariya giştgîr û pêşengayetiyê”.
Li gorî zanyariyên li ser wêneyên bernameyê, lûtke bi piştevanî û beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Tenduristiyê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tê encamdan. Herwiha Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî beşdarî korbendê dibe û nûnerê wê wezaretê dê tê de amade be.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Zaxoyê Ehmed Necar di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, bi kêfxweşî Zaxo ji bo birêvebirina yek ji mezintirîn konferansên tenduristiyê li seranserî Kurdistanê hatiye hilbijartin, ev yek jî ji ber wê pêşkeftina berbiçav e ku bajêr di warên geştyarî û tenduristiyê de bi xwe ve dîtiye