Li parêzgeha Musenayê 36 mamosta dersa zimanê Kurdî didin

Navenda Nûçeyan (K24) – 36 mamostayên zimanê Kurdî li parêzgeha Musenayê dersan didin û serpereştiyarê xwendina Kurdî ya wê parêzgehê bi rêya Kurdistan24ê daxwaza bernameya lihevguhertinaê ligel mamostayên Herêma Kurdistanê dike.

Serpereştiyarê Taybet ê Xwendina Kurdî li Parêzgeha Musenayê Mihemed Derfiş îro Yekşem, 22ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku zimanê Kurdî li tevahiya dibistanên Îraqê li qonaxên amadeyî, navendî, peymangehên hunerên xweşik, peymangehên mamostayan û amadeyiyên pîşeyî tê xwendin.

Serpereştiyarê Taybet ê Xwendina Kurdî herwisa got ku piştî sala 2003ê û ji ber ku zimanê Kurdî di destûra Îraqê de wekî zimanekî fermî yê Îraqê hat nasandin, girîngiyeke zêde pê hat dan. Di wê çarçoveyê de jî pişka xwendina Kurdî li tevahiya rêveberiyên perwerdeyê li Îraqê hat vekirin, ku ji aliyê îdarî ve bi rêveberiya giştî ya xwendina Kurdî li wezareta perwerdeyê ve hatine girêdan, vê yekê jî taybetmendiyek da zimanê Kurdî ku ji mijarên din ên xwendinê cuda dike.”

Li ser rewşa xwendina zimanê Kurdî li parêzgeha Musenayê jî, wî behsa wê yekê kir ku berê tenê çar mamostayên pispor û mamostayekî din ji bo zimanê Kurdî li wê deverê hebûn, lê di sala 2009ê de pişka xwendina Kurdiyê korseka rahênanê ji bo hejmareka mamostayên pisporiyên din ên wekî zimanê Erebî û felsefeyê vekir û piştre erkê dersdana zimanê Kurdiyê ji wan re hat spartin.

Herwisa li sala 2017ê jî komeke mamostayên din di pisporiyên cuda cuda de ketin korsa rahênana zimanê Kurdî û wekî mamostayên dersdêr ên xwebexş li ser navenda Semawayê û qezayên Rumeysê û Xizirê hatin parvekirin. Piştre di sala 2023ê de ew mamosta bi rengekê fermî hatin damezrandin û erkê dersdana zimanê Kurdî li seranserî parêzgeha Musenayê ji wan re hat spartin.

Mihemed Derfiş li ser parvebûna mamostayan jî got: “Li navenda parêzgeha Musenayê (Semawa) 26 mamosta dersa zimanê Kurdî didin, ku piraniya dibistanên navenda wê parêzgehê vedigire. Li qezaya Rumeysê şeş mamosta û li qezaya Xizirê çar mamosta hene, ku li piraniya dibistanên navendên wan qezayan dersê didin, ji bilî dersdana li peymangehên hunerên xweşik û dibistanên pîşeyî.”

Wî berpirsê xwendina Kurdî li Musenayê zelal jî kir ku di salên borî de pişka serpereştiyariyê ya pisporî bi hevkariya pişka xwendina Kurdî li perwerdeya Musenayê, kors û komxebatên rahênanê ji bo wan kesan vekirin ên ku daxwaza dersdana zimanê Kurdî hebû, ew jî bi armanca bilindkirina asta zanistî û rewşenbîrî ya xwendekaran bû.

Derfiş herwisa got: “Bi hevkariya pişka xwendina Kurdî û bi piştevaniya rêveberê perwerdeyê, gelek pêşangeh û festîval ji bo nasandina çand û folklora neteweyî ya Kurdan bi civaka perwerdeyî re li dar xistine.”

Navbirî tekez jî kir ku bi rêya ezmûna wan a serpereştiyariyê ji wan re derketiye ku hez û daxwazeke zêde ji aliyê mamosta û xwendekaran ve ji bo fêrbûna zimanê Kurdî heye. Daxwaz jî kir ku ji bo zêdetir pêşxistina şarezayiya mamostayan, bernameya lihevguhertina ezmûnan ligel mamostayên Herêma Kurdistanê bê bicihanîn, daku bi wê rêyê peywendî xurtir bibin.