Tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî: Mafê veguhastina dosyeya girtiyên Lalezarê hatiye binpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Silêmaniyê ragihand ku mafê qanûnî ji bo veguhastina dosyeya girtiyên Lalezarê hatiye binpêkirina, herwisa daxwaz dikin ku dosye radestî Dadgeha Pêdaçûnê bê kirin.

Tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî îro Yekşem, 22ê Mijdara 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de naveroka du mijarên serekî berçav kir. Di xala yekê de, tîma parêzeran amaje bi wê yekê kiriye ku dosyeya girtiyên Lalezarê wênekirina qonaxeke dijwar e, ku tê de li gorî gotina wan "hejmona partîtiyê û hêza çekdar bizavê ji bo bêdengkirina dengê xelkî dikin."

Di xala duyê de jî, wê tîmê tekez li ser wê yekê kiriye ku niha wekî "rehîneyên partîtî" serederî ligel tevahiya girtiyên Lalezarê tê kirin û berpirsiyariya rewşa wan di stûyê wan aliyan de ye yên ku ew ceza bi ser wan de sepandine.

Herwisa tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî daxwaz dike ku dosyeya girtiyên Lalezarê radestî Dadgeha Pêdaçûnê bê kirin û proseya dadgehkirina wan bi awayekî qanûnî û tenê li ser bingeha wan belgeyan birêve biçe yên ku li ber dest in.

Bûyerên Hotêla Lalezarê vedigerin serê sibeha roja 22ê Tebaxa 2025ê, dema ku hêzên Komando û Dijeterora YNKê êrîşî wê hotêla bajarê Silêmaniyê kir. Di wê bûyerê de piştî çar seetan ji pevçûnên çekdarî di navbera wan hêzan û çekdarên Hêza Taybet a Bereya Gel de bi rêya bikaranîna çekên giran, gelek çekdar ji her du aliyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Di encama wê operasyonê de, Lahûr Şêx Cengî, Poladê birayê wî û bi dehan kesên din hatin desteserkirin. Ji wê demê ve jî, Lahûr Şêx Cengî û hejmareka ragirtiyên din di zindanê de mane.