Jêderên ewlehiyê: PKKê li Herêma Kurdistanê 14 şikeftên din vala kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihandin, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) 14 cihên din li sînorê Xakurkê vala kirine û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê (MSB) jî şikeft û veşartgehên wan navçeyan jinav birine.
Jêderên ewlehiyê yên Tirkiyeyê aşkere kirin ku PKKê 14 cihên din ên hewandinê li herêma Xakurkê vala kirine û hat diyarkirin ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê dê wan şikeft û veşartgehan ji kar bixe, da ku careke din neyên bikaranîn.
Li gorî zanyariyan, ew cihên ku li Xakurkê hatine valakirin ev in: "Cîger Tepe, Şerîf, Elîşer, Kendekola, PAJK, Baran Cebexane, Hênerê/Nexweşxane, Terzîxane, Mezlûm Dogan, Pratîk Yonetîm, Cebexane, Yûsif-Asayîş, Hêmin û Cesûr."
Jêderên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kirine ku berê jî di 8ê Cotmehê de, 4 veşartgehên din li herêma Bazê ya devera Metînayê hatibûn valakirin û bi vê pêşhata nû re hejmara giştî ya cihên hatine valakirin gihîştiye 18an.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku her pêşhateke erênî ya di bin çavdêriya berdewam a "Desteya Hevahengiyê ya Hevdengiya Niştimanî û Yekgirtina Civakî" û lijneyên wê yên lawekî de, li gorî yasaya taybet a xurtkirina hevdengiya niştimanî, pêvajoyê gaveke din nêzîkî wê armancê dike ku ew kesên li gorî mercên yasayê vedigerin welêt tevlî civakê bibin û hevdem derfetê ji bo bikaranîna çavkaniyên aborî di ber xweşguzeraniya welêt de diafirîne.