Îranê êxistina droneke Amerîkayî li rojhilatê Tengava Hurmizê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Peywendiyên Giştî yên Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de belav kir ku berî seetekê droneke Amerîkayî ya "Lucas" ji aliyê hêzên berevaniya asmanî ve hatiye hingaftin û êxistin.
Li gorî daxuyaniya Peywendiyên Giştî yên Artêşa Îranê, ew drona ku Peywendiyên Giştî yên Artêşê wekî "dijminê destdirêj ê Amerîkayî" bi nav kiriye îro Duşem, 23ê Mijdara 2026ê, bi rêya sîstemên xwemalî yên hêza berevaniya asmanî ya artêşê û di bin kontrola tora yekgirtî ya berevaniya asmanî ya wî welatî de, li ser avên Kendava Farisê û li rojhilatê Tengava Hurmizê hatiye hingaftin û êxistin.
Ev pêşhat di demekê de ye ku gef û êrîşên di navbera Tehran û Waşintonê de roj bi roj zêdetir dibin; Waşinton daxwaza radestbûna temam ji Tehranê dike, li hember vê yekê jî Îranê ji bo bidawîanîna şer çend şert diyar kirine.
Di derheqa vê yekê de jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku Îran li ser pabendbûna bi sozên xwe tena ye û eger aliyê beramber jî şertên peywendîdar li ber çavan werbigire, di kêmtirîn dem de pabendiyên xwe bi cih tîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê herwisa got ku pabendbûna hevdem a bi soz û şertan nîşana cidîbûna Tehranê di parastina mafên wê de ye. Herwisa eger Amerîka pabendiyên xwe bi cih bîne, di kêmtirîn dem de ewlehî dê vegere Tengava Hurmizê û deverê.
Beqayî tekez li ser wê yekê jî kir ku Îran bi agahdariyeke temam ji daxwazî û mafên gel di vê rêyê de paşve venakişe û aloziyên mijarê jî li ber çavan werdigire. Zelal jî kir ew şertên ku hatine berçavkirin daxwaziyên neasayî yan pêşşertên nû nînin, belkî pareka neqetiyayî ya mafên gelê Îranê ne, ji wan jî rakirina cezayên neqanûnî û bidawîanîna dorpêça deryayî ku di têgihiştina 18ê Hezîranê de li Îslamabadê ji aliyê aliyê Amerîkayî ve hatiye pejirandin.
Di derheqa guhertinên Qefqasyayê de jî, Beqayî ragihand ku ev mijar ne tenê di çarçoveya Wezareta Derve de ye, belkî pirseke serweriyê ye, tevahiya pişkên peywendîdar jî bi hûrî çavdêriya wê dikin û di îhtîmala pêdivî de rêkarên guncayî bi cih tînin.
Navbirî herwisa got ku helwesta bingehîn a Tehranê di piştevanîkirina pêşxistina peywendiyên aborî û vekirina rêyên hatinûçûnê li Qefqasyaya Başûr de neguheriye. Herwisa Îran û Ermenistan girîngiya peywendiyên xwe yên dêrîn dizanin, ku rehên wê di bi hezaran salên serederî û pêkvejiyana her du gelan de heye.