15emîn Pêşangeha Geştyariyê ya Navneteweyî li Wanê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Gera 15ê ya Pêşangeha Geştyariyê ya Navneteweyî ya Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê deriyên xwe ji mêvanan re vekirin. Pêşangeha ku li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Wanê birêve diçe îsal jî bala gelek kompanî û saziyên geştyariyê dikişîne ser xwe.

Di pêşangeha îsal de bi giştî 92 stand hatine vekirin. Ji bilî gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê; ji Îran, Herêma Kurdistanê, Iraq, Qibris û Ermenistanê jî 32 kompanî û nûnerên geştyariyê tevlî wê bûne. Bi taybetî tevlîbûna şanda Yekîtiya Pîşesaz û Karsazên Ermenistanê di pêşangehê de cihekî girîng digire.

Yakup Karel di vî warî de ragihand: “Nêzîkî çar dewletan tevlî vê pêşangeha bûne. Em hez dikin ku her çi nebe, em nêzîkî 15 dewletan bînin Wanê û Wanê û bajarên din ên wekî Diyarbekirê û heta Erziromê bidin naskirin; dîrok, çand û aliyên din ên wê bidin naskirin.”

Xezal Meta jî got: “Nanê Wanê, xwarina Wanê, hemî tiştê Wanê ji yên hemî deran baştir in û xweştir in, her bi dest nakevin. Hemî kes neşên bi vî rengî çê bikin; ev karê xîretê ye.” Çiğdem Van jî amaje da: “Em dixwazin ku çanda me ya mêj da bê pêşçav û neyê jibîrkirin.” 

Armanca serekî ya vê pêşangehê ew e ku potansiyeleka dîrokî, çandî û xwezayî ya Wanê ji bo hemî cîhanê bê nasandin û di navbera welatên deverê de pireka nû ya geştyarî bê avakirina. Hêviya hemî kesên tevlîbûyî jî ew e ku ev pêşangeha bibe sedema pêşveçûna aborî û geştyarî ya Wanê.