Mustafa Ozçelîk: Şîdeta li ser jinan tawaneke li dijî mirovahiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi boneya 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, peyamek belav kir û her cure şîdet û destdirêjiya li hemberî jinan bi tundî şermezar kir.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk peyamek bi sernavê "Şîdeta li ser jinan şerm û rûreşiyek e û tawaneke li dijî mirovahiyê ye" weşand û tê de bal kişand ser wê yekê ku şermezarkirina şîdeta li ser jinan ne tenê bi rojekê ve sînordar e.
Ozçelîk di peyama xwe ya bi dîroka 25ê Çiriya Paşîn a 2026an de wiha got: "25ê Çiriya Paşîn, 'Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinan' e. Helbet ku ne bes vê rojê, di her gav û her dema jiyanê de, ez hemû destdirêjî, şîdet û tundûtûjiyên fîzîkî, cinsî, etnîkî, dînî, mezhebî, ekonomîk û civakî yên li ser jinan bi tundî şermezar dikim."
Serokê Giştî yê PWKê di dawiya peyama xwe de careke din tekez kir ku "şîdeta li ser jinan şerm û rûreşiyek e û tawaneke li dijî mirovahiyê ye."