Mesrûr Barzanî: Parastina qewareya Herêma Kurdistanê di ser berjewendiyên partîtî re ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê tekezî li ser pabendbûna bi destûrê, parastina qewareya Herêma Kurdistanê û xizmetkirina welatiyan kir û got: "Erkê me xizmetkirina xelkê me ye."

 Peywendiyên ligel Bexdayê û pabendbûna bi destûrê
Derbarê helwest û daxuyaniyên Bexdayê de, Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2026an ragihand: "Ew tiştên ku hatine gotin, eger tu rastiyê bixwazî, hê em nizanin ka ev heta çendî nerîna hemû hikûmeta Bexdayê ye. Lê her tiştê destûrî be, me hem erkê xwe heye û hem mafê xwe heye."

Serokwezîr tekez jî kir: "Tiştê destûrî em qebûl dikin, tiştê ku ne destûrî be bi rastî nayê qebûlkirin." Herwiha di bersiva pirsekê de derbarê wê yekê ku gelo Herêma Kurdistanê ti karekî nedestûrî kiriye yan na, bi zelalî got: "Bi ti awayî, nexêr."

 Parastina qewareya Herêmê û rawestandina nakokiyên navxweyî
Di beşeke din a gotinên xwe de, derbarê nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û hebûna biryarekê ji bo çareserkirina wan da ku aliyên siyasî bi hev re rûbirûyî astengiyan bibin, Mesrûr Barzanî tekez kir ku berjewendiya giştî ya Herêmê di ser her tiştî re ye û got: "Dema ku tê ser destkeftên Herêma Kurdistanê, bi rastî em hemû ligel wê yekê ne ku pêwîst e qewareya Herêma Kurdistanê were parastin."

Mesrûr Barzanî amadebûna xwe jî ji bo derbaskirina nakokiyan nîşan da û got: "Eger nakokiyên navxweyî jî hebin, em amade ne nakokiyên navxweyî rawestînin, ji ber ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê gelekî mezintir e ji destkeftên partîtî, yan ji berjewendiyên partîtî."

 Peyam ji bo ciwanan
Di dawiya daxuyaniya xwe de û di bersiva pirsekê de derbarê wê yekê ku ciwanên Kurdistanê û ciwanên ku ji 47 welatên cuda hatine wî wekî "Birayê Mezin" binav dikin û di vê qonaxa hestiyar de peyama wî ya ji bo wan çi ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Ez spasiya wan dikim; li cem min xizmetkirin erk e û her navekî lê bikin bêguman cihê dilxweşiyê ye ku ez birayê wan bim, ez birayê biçûk ê xelkê Kurdistanê me. Gelek spas."