Êrîşî kampên Azadî û Cêjnîkanê hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşî ser kampa Azadiyê ya Koyeyê û kampa Cêjnîkanê ya li nêzîkî bajarê Hewlêrê hat kirin, lê her du êrîşan ti zirarên canî nebûn.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, êvara îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, di yek demê de du êrîşên cuda cuda li ser her du kampên Azadiyê li Koyeyê û Cêjnîkanê li nêzîkî nahyeya Behirkê ya Hewlêrê hatin kirin.

Li gorî gotina çend çavkaniyan, êrîşa li ser kampa Azadiyê bi mûşekan bûye, lê hîn nehatiye zanîn ka êrîşa li ser kampa Cêjnîkanê bi çi hatiye kirin, tenê dengekî bihêz hatiye bihîstin û ji ber wê agir bi wê kampê ketiye.