Çarçoveya Hevahengiyê: Divê arêşeyên Bexda û Hewlêrê bi diyalogê bên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê tekezê li ser bikaranîna rêya danûstandinan di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike, ji bo ku mijarên hilawîstî yên di navbera her du aliyan de bi rêya danûstandin û hevfêmkirinê bên çareserkirin.

Serkirdeyên Şîeyan yên pêkhênerên Çarçoveya Hevahengiyê îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, civiyan û di dawiya civîna xwe de daxuyaniyek belav kir û tê de piştgirî da pêngavên hikûmeta Elî Zeydî ji bo rûbirûbûna gendeliyê, biqaçaxbirina petrolê, parastina sermayeya niştimanî, rêkxistina desthilatê û serwerbûna qanûnê.

Her di wê civînê de, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê tekez li ser çareserkirina duberekî û mijarên hilawîstî yên di navbera her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê de kiriye û daxwaz kiriye ku bi diyalog û hevfêmkirinê mijar bên çareserkirin û mafên destûrî parastî bin.

Di daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê de herwisa hatiye ku divê birêvebirina çavkaniyên xwezayî û deriyên sînorî li gorî destûrê be.