Arîn Barzanî ligel berpirs û pisporên navneteweyî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Arîn Barzanî, wekî Serokê Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê 2026, ligel berpirs û pisporên navneteweyî dicive, ji bo bihêzkirina hevkariya ciwanan, pêşxistina hevpariya cîhanî û berfirehkirina derfetan ji bo nifşên paşerojê.

Serokê Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê 2026, Damezrînerê “Kurdistan Foundation”ê û Serokê Yekeya Encûmena Hevkariya Kendavê (GCC) li Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Arîn Mesrûr Barzanî îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, li çarçoveya wê lûtkeyê li Hewlêrê, hejmareka civînan ligel berpirsên bilind û pisporên navneteweyî kir.

Di wan civînan de, nûnerên Behreyn, Lîbya û Libnanê bal kişand ser pêşketina peywendiyên navneteweyî yên Herêma Kurdistanê û bizavên wê ji bo bihêzkirina hevkariyê di warên bihêzkirina ciwanan, rêberî, perwerde û dahênanê de.

Her di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê 2026 de, Arîn Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Ciwanan û Werzişê ya Şahnişîna Behreynê Eymen bin Tewfîq Mueyed civiya; ev jî rengvedana berdewamiya peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û saziyên Behreynê de ye, ku di warê pêşxistina ciwanan de kar dikin.

Ew civîn di demekê de bû ku hevkariya di navbera “Kurdistan Foundation” û “Hope Network”ê de, ku Behreyn serkirdetiya wê dike, di berfirehbûnê de ye; ev tor saziyên tevlîbûyî ji bo pevguhertina ezmûnên serkeftî û pêşxistina derfetan ji bo ciwanan bi hev ve girê dide.

Di civîneke din de, Arîn Barzanî ligel Wezîrê Ciwanan ê Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ya Lîbyayê Heysem Zehaf civiya. Vê hevdîtinê jî derfetek ji bo danûstandinan di navbera wan nûneran de xweş kir ên ku di warên pêşxistina ciwanan û hevkariya navneteweyî de kar dikin.

Herwiha Arîn Barzanî ligel Nivîskar, Gotarbêj û Pisporê Libnanî di Warê Reftarên Mirovî de Dr. Xalid Xetas civiya, ku karên wî balê dikişînin ser şiyanên mirovan, rêberî û pêşkeftina kesî.

Ew civîn ligel roja yekê ya Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê 2026 hevdem bûn, ku “Kurdistan Foundation”ê di bin dirûşma "Darêtina Paşerojê" de rêk xistiye.

Arîn Barzanî, wekî serokê wê lûtkeyê, roleke serekî di komkirina nûnerên navneteweyî, berpirsên hikûmî û rêberên ciwan de li Hewlêrê lîstiye, û piştgiriya sekoyekê dike ku ji bo piştevanîkirina danûstandinan, pevguhertina dîtin û nerînan û berfirehkirina derfetan ji bo nifşên paşerojê hatiye darêtin.

Ev civîna sêrojî zêdetirî 800 pişkdarên ciwan û nûneran ji 47 welatan, ligel wezîr, rêxistinên navneteweyî, darêjerên siyasetê û rêberên nû kom dike.

Arîn Barzanî, wekî damezrînerê “Kurdistan Foundation”ê, piştgiriya wan destpêşxeriyan kiriye yên ku perwerde, derfetên kar, dahênan, payedarî û pêşxistina civakê pêş dixin, bi rêya çend bernameyan, wekî: Youth Hub, Jobs.KRD, Volunteer.KRD, Climate.KRD, Empower.KRD û "10 Pirsgirêk, 10 Çareserî".

Li gorî wê saziyê, destpêşxeriyên wê gihîştine zêdetirî du milyon kesan, û di sala 2026ê de, 38 proje hatine bicihanîn.

Ev civînên navneteweyî tekezê li ser rola wê lûtkeyê di anîna berpirsên bilind û wan saziyên ku girîngiyê didin ciwanan bo Hewlêrê de dikin, herwisa ligel bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel hevparên navneteweyî.

Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanên Kurdistanê 2026 heta 26ê vê mehê berdewam dibe û panelên danûstandinan ên ku ciwan bi rê ve dibin, komxebatên taybetmend, mêzgerdên siyasetê li ser asta wezîran û wan lihevkirinên navneteweyî yên hevpar ku plan ji bo wan hatiye danîn vedigire, bi armanca pêşxistina derfetan ji bo nifşên paşerojê.