Encûmena Dadwerî bang li Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê dike ku pabendî destûrê bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê bang li Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî dike ku pabendî deqên destûrê bin û tekez dike ku Dadgeha Bilind a Federal xwedî desthilata şîrovekirina destûrê ye.
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê îro Çarşemê, 25ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de ragihand: "Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêmê û hemû hêzan dikin ku pabendî destûrê bin."
Encûmena Bilind a Dadwerî di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku Iraq dewleteke federal, yekgirtî û serbixwe ye û sîstema hikûmraniyê tê de komarî, parlamentoyî û demokratîk e. Herwiha hat diyarkirin ku Destûra sala 2005an garantiya wê sîstemê ye û Dadgeha Bilind a Federal li gorî deqên destûrê, desthilata ya şîrovekirina birgeyên wê heye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "Di vê çarçoveyê de, em bang li Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû hêzên siyasî yên peywendîdar dikin ku pabendî wan deqan bin ku di destûrê de hatine çespandin."