Erdogan 41 parêzgar guhertin: 12 ji wan li Bakurê Kurdistanê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan biryara guhertina 41 parêzgaran da. Di çarçoveya biryarnameyê de parêzgarên 12 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî hatin guhertin.
Li gorî biryarnameyê, parêzgarên parêzgehên Qers, Sakarya, Sêwas, Bolu, Kirklarelî, Şirnex, Xarpêt, Mereş, Çanakale, Burdur, Amasya, Îdir, Gîresun û Muglayê ji bo beşa şêwirmendên Wezareta Navxwe hatin veguhastin.
Di biryarnameyê de guherînên li parêzgehên Mêrdîn û Êlihê (Batman) balê dikişînin. Serokê Şaredariya Mêrdînê yê ji DEM Partiyê Ehmed Turk, di 4ê Mijdara 2024an de ji erka xwe hatibû dûrxistin û parêzgarê bajêr wekî qeyûm li şûna wî dest bi kar kiribû.
Her çiqas maweyê erkê qeyûm heta 4ê Çileya 2027an hatibû dirêjkirin jî, niha Parêzgarê Îzmîrê bûye parêzgarê nû yê Mêrdînê û hîn ne diyar e ka ew ê jî wekî qeyûm ji bo şaredariyê kar bike yan na.
Li gorî biryarnameyê, li Bakurê Kurdistanê parêzgarên van 12 parêzgehan hatine guhertin: Riha, Mêrdîn, Dîlok, Êlih, Şirnex, Mûş, Agirî, Bedlîs, Qers, Îdir, Xarpêt û Meletî.