Li Farqînê di şikeftekê de hestiyên mirovan hatin dîtin

Diyarbekir (K24) – Li Şikeftek a Farqîna Diyarbekirê de hestiyên mirovan hatin dîtin û li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir lêpirsîn da dest pê kirin û piştî lêkolîna dad pizîşkî dê nasnameya hestiyan aşkere bibe. Mafnas û hqiqunas balê dikêşin ku li Bakurê Kurdistanê bi hezaran kesên serwinda hene ku bi vê mijarê ve girêdayî êdî dem hatiye ku komîsyonek a lêkolîne were avakirin.

Li ser dîvdaçuna Boraya Diyarbekir, Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz li Şikeftek a navbera gundên Çîçika û Boşata Farqînê hestiyên mirovan hatin dîtin ku nava wan hestiyan de hestiyên şewitîn jî hene û hestiyên gulle lê ketîn jî hene. 

Li gorî lêkolîna destpêkê şikeftê de hestiyên ji 20 zêdetir mirovan hene û piştî ku ev agahî belav bû jî serdozgeriya komarî ya Diyarbekir lêpirsîn da destpêkirin û komek pispor çû cihê şikeftê. 

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan ên salên 90î didin zanîn ku wê demê girêdayî şerê navbera dewlet û PKKê de gelek kuştinên kiryar nediyar rû didan û bi hezaran kesên serwinda yên wê demê hene.

Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan ê salên 1990an Abdulkadir Aydin di vî warî de ragihand: “Wê demê gelek bûyerên wisa li Pasurê, li Farqînê, li Agiriyê dihatin ji me re, di salên 93,94,95,96ê de komkujiyên wisa ru didan, dema sala 2000î de jî dema gotin bila gerilla vegerin jî 750 gerîlla winda bûn, dibe ku bûyerê wê demê bin jî.”

Parêzer dibêjin Nasnameya hestiyên hatîn dîtin piştî lêkolîna dada pizîşkî dê aşkere bibe û dibe ku hestiyên dema bûyerên şerê salên 90î be û dibe ku yên dema şerê yekem ê cîhanê be ku wê demê li herêmê gelek Ermenî jî hatibûn kuştin. 

Hiqûqnas derbarê hestiyên şikeftê de hatîn dîtin de bang dikin ku divê dewlet rabirduya xwe re rubiru bibe û bo ronîkirina dosyayên wisa komîsyonek a heqîqetê were avakirin û lêpirsînek ciddî were kirin.

Hiqûqnas Ahmet Ozmen jî got: “Divê civaka kurd xwedî li vê mijarê derbikeve, ev zarok, zarokên vê axê ne, divê baro û saziyên sivîl lê xwedî derbikevin, her wiha komisyona heqîqetê lêkolînek ciddî bike da ku nasnameya hestiyan aşkere bibe û kujer werin peydakirin.”

Mafnas û hiqûqnas dibêjin li Bakurê Kurdistanê gelek cih û war hene ku guman li ser wan heye û divê komîsyonek lêkolînê were avakirin û dosyayên tarîyê de werin ronîkirin.