Parêzgarê Hewlêrê: Sibe ji bilî alaya Kurdistanê ti alayeke din destûrdayî nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê peyamek pêşkêşî dezgehên ragihandinê kir û tê de daxwaz dike ku hemî texên civakê û hemî aliyên siyasî tevlî xwenîşandana sibe ya bajarê Hewlêrê bibin, herwisa tekez jî dike ku ji bilî alaya Kurdistanê ti alayeke din ne destûrdayî ye.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, herwisa hêvî xwestiye ku hemî aliyên siyasî û gişt texên civakê tevlî xwenîşandana sibe ya Hewlêrê bibin, amaje bi wê yekê jî daye ku ji bo gihandina peyama aştiyane û niştimanî, tenê alaya Kurdistanê destûrdayî ye û rê bi ti alayeke din nayê dan.
Parêzgarê Hewlêrê di peyama xwe de herwisa ragihandiye: "Sibe roja helwestê ye û ez daxwaz dikim ku mezin û biçûk sibe ji bo Kurdistanê bên ser cadeyan."
Di derheqa romala medyayî ya xwenîşandanê de jî, Parêzgarê Hewlêrê ew yek eşkere kir ku hemî kanalên ragihandinê yên navxweyî û biyanî ji bo romalkirina xwenîşandanê û gihandina daxwazên cemawerê Hewlêrê destûrdayî ne.