Şaxewan Ebdula: Biryarên Hikûmeta Îraqê berevajî destûrê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê dibêje: “Hikûmeta Îraqê ber bi navendîbûnê ve pêngavan diavêje û biryarên wê yên van demên dawiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê berevajî madeyên 1, 9, 112 û 114 yên destûrê ne; eşkere jî kir ku Elî Zeydî soz daye ku ne hêzê bişîne Herêma Kurdistanê û ne jî dest bibe mûçeyên mûçexwerên wê.
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew biryarên ku Hikûmeta Îraqê derxistine komeka biryarên girêdayî rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê û Îraqê, deriyên sînorî, pirsa petrolê û rêkxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne; tekez jî kir ku ew biryar hemî berevajî destûrê ne ji ber ku Destûra Îraqê behsa wê yekê dike ku divê her du hikûmet bi hevahengî danûstandinan li ser wan mijaran bikin û biryarê li ser bidin.
Şaxewan Ebdulah zelal jî kir ku tevahiya biryarên Hikûmeta Îraqê avêtina pêngavan e ber bi navendîbûnê ve, ew jî berevajî madeya 1ê ya destûrê ye ji ber ku Îraq welatekî federalî ye û ne navendî ye; amaje bi wê yekê jî da ku mijara şandina artêşê girêdayî madeya 9ê ya destûrê ye û ew jî hatiye binpêkirin, herwisa birêvebirin û kontrolkirina zeviyên petrolê berevajî madeya 112ê ya Destûra Îraqê ye, û birêvebirina deriyên sînorî jî bêyî vegera ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê berevajî madeya 114ê ya destûrê ye.
Navbirî herwisa got: “Di ti xaleke destûrê de nehatiye ku bibêje Serokwezîrê Îraqê desthilat heye ku van biryaran derbixe.”
Serokê Fraksiyona PDKê eşkere jî kir ku Elî Zeydî duhî piştî civîna Encûmena Wezîran û civîna ligel şanda PDK û YNKê ragihandiye ku bi ti awayî niyeta şandina hêzê ji bo Herêma Kurdistanê nîne; lê eger şîrove ji bo biryarên wî bê kirin ku dibêje kontrola deriyên sînorî û bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê dike, wê demê bicihanîna wan biryaran tenê bi hêzê tê kirin, di demekê de ku ti hevahengiya wî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina deriyên sînorî û bîrên petrolê nîne.
Şaxewan Ebdula amaje jî kir: "Ez jî di wê baweriyê de nînim ku Zeydî hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bilivîne, ji ber ku rewşa Îraqê û rewşa deverê naxwaze ew tişt biqewime."
Tekez li ser wê yekê jî kir ku baştirîn çek di destê Herêma Kurdistanê de li beramber hêzên siyasî yekdengî û yekhelwestî ye; ji ber ku ev herêm bi xwîna şehîdan û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê hatiye avakirin, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştî nemana rejîma Sedam Husên bi wî şertî tevlî proseya siyasî ya Îraqê bûye ku sîstema Îraqê ji navendîya dîktatorî bo federaliyê bê guherandin; herwisa got: "Lê eger niha li Îraqê kûdeta hatibe kirin û haya me jê nebe û sîstem hatibe guherandin, wê demê divê dîsa pirsyar ji Kurdan bê kirin ka bi wê sîstemê razî dibin an na."
Şaxewan Ebdulah amaje bi wê yekê jî kir ku axaftina yekê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Elî Zeydî ew bûye ka "Gelo hûn dixwazin wekî herêmekê serederiyê ligel me bikin an bi rengekê din? Gelo baweriya we bi Herêma Kurdistanê maye? Eger hûn di çarçoveya Herêma Kurdistanê de serederiyê ligel me bikin em amadeyî hemî hevkarî û hevahengiyekê ne, lê eger Îraq ber bi navendîbûnê ve pêngavan diavêje ew mijareke din e."
Eşkere jî kir ku madeya 121ê ya Destûra Îraqê desthilat daye Herêma Kurdistanê ku desthilatên xwe yên bicihanîn, danana qanûnan û dadweriyê peyrew bike û di benda 5ê ya wê madeyê de hatiye ku Herêma Kurdistanê desthilat heye ku hêzekê ji bo parastina sînorê Herêma Kurdistanê ava bike, lewma divê parastina Herêma Kurdistanê li ser milên vê hêzê de be.
Tekez jî kir ku divê Elî Zeydî ligel Herêma Kurdistanê hevahengî û lihevkirinê bike, paşê wê lihevkirinê bibe civîna Encûmena Wezîran a Îraqê û deng li ser bê dan, ne ku bi awayekî yekalî biryar li ser çarenivîsa Herêma Kurdistanê bê dan.
Di derheqa pirsa rûbirûbûna gendeliyê de jî, Şaxewan Ebdulah got: "Me di civîna xwe ya ligel Zeydî de ew yek eşkere kiriye ku me bi kiryar biryar daye ku di rûbirûbûna gendeliyê de hevkariya Îraqê bikin; we bi xwe dît ku di kempeyna vê dawiyê de Herêma Kurdistanê di desteserkirina wan kesan de hevkar bû yên ku Îraqê daxwaz kiribûn."
Zelal jî kir ku bicihanîna madeyên destûrê nabe bi kêf û mîzaca kesî be; herwisa got: “Heta biryarên îro yên Dadgeha Federalî jî bi temamî desthilat nedane serokwezîr, ji ber ku bo nimûne di mijara deriyên sînorî de di biryarê de hatiye ku divê madeya 114ê ya destûrê bê bicihanîn, wate divê hikûmeta federalî di wê mijarê de hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, lê Hikûmeta Îraqê ti hevahengî nekiriye.
Di derheqa mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê û budceyê de jî, Şaxewan Ebdulah eşkere kir ku Zeydî tekez li ser wê yekê kiriye ku dest nabe mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê û dê bişîne.
Di derheqa reşnivîsa budceya 2027ê de jî, amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêkên mezin li ser reşnivîsê hene û hemî Sune jî li ser gelek xalên wê nerazî ne û dibêjin ku eger ji bo civîna encûmenê jî bê veguhastin, ew di wê civînê de amade nabin heta daxwazên wan di budceyê de neyên bicihanîn.