Serokatiyên Îraqê: Li 1ê meha bê danûstandineke niştîmanî tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ragihandina Dadwerî ya Îraqê belav kir ku her çar serokatiyên Îraqê pêşniyar û destpêşxeriya Fayeq Zêdan ji bo lidarxistina danûstandineke niştimanî di 1ê Berçileya 2026ê de ji bo çareserkirina qeyrana destûrî ya di navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pejirandiye; herwisa Zêdan piştrast jî kir ku di dema duberekiyê li ser manaya madeyên destûrî, pena bo Dadgeha Bilind a Federalî tê birin.
Li gorî daxuyaniya Ragihandina Dadwerî li Bexdayê, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayeq Zêdan îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, tevlî civîna her çar serokatiyan li Koçka Bexdayê bû.
Di wê civînê de, hejmareke dosyayan hat nîqaşkirin û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî îsrar li ser girîngiya rêzgirtina li bicihanîna destûrê kir. Herwisa got: “Di rewşa hebûna cudahiya nêrînan li ser manaya hukmê madeyên destûrî de, pena bo Dadgeha Bilind a Federalî tê birin ku destûrê taybetmendiya şîrovekirina deqan daye wê.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku tevlîbûyîyên wê civînê razîbûna xwe li ser pêşniyar û destpêşxeriya Fayeq Zêdan diyar kiriye, ji bo lidarxistina danûstandineke niştimanî di bin serpereştiya wî de li roja 1ê Berçileya 2026ê, bi amadebûna her çar serokatiyan û mêvandariya hin ji aliyên peywendîdar an her aliyekî alîkar, ji bo vedîtina çareseriyê li gorî destûrê ji bo qeyrana destûrî ya di navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.