Mihemedê Hacî Mehmûd: Yekdengiya aliyan take rêya parastina qewareya Herêma Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd li ser siyasetên nû yên Hikûmeta Iraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê hişyarî da û ragihand, yekdengiya aliyên Kurdistanî take rêya rûbirûbûna her gefekê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.
Mihemedê Hacî Mehmûd îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, Hikûmeta Iraqê careke din heman rêça rejîma Beis û rejîmên berî wê girtiye ber xwe ji bo êrîşkirin û şerfiroştina bi xelkê Kurdistanê.
Mihemedê Hacî Mehmûd da zanîn, zêdetirî 100 salan e xwîna gelê kurd dirije û heta ku serbixwe bibe û axa wî ji destê dagirkeran bê rizgarkirin, divê li ser xebat û qurbanîdanê berdewam be. Her wiha diyar kir ku berê Kurd di çarçoveyeke diyarkirî de bûn, lê niha hemû cîhan wan nas dike, hejmara wan ji 50 milyon kesî zêdetir e û li Iraqê jî xwediyên herêmeke destûrî, yasayî û di asta navneteweyî de naskirî ne.
Serokê PSDKê anî ziman jî ku biryarên çend rojên borî yên Bexdayê bûn sedem ku xelkê Kurdistanê yekdengî û amadebûna xwe ya ji bo berevaniyê ji her alî ve nîşan bide. Bi gotina wî, vê yekê kir ku aliyên li hemberê paşve bikişin an jî dudil bibin, ji ber ku niha Herêm hêzeke mezin a Rojhilata Navîn e û xwediyê gelekî ye ku bi kîmyabaran, Enfal û wêrankariyê ranewestiyaye.
Têkildarî helwesta navxweyî ya Kurdistanê û rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mihemedê Hacî Mehmûd da xuyakirin, her du alî ji bûyer û metirsiyan têdigihin û bihevrebûna wan bandora xwe hebûye û baş bûye.
Her wiha bang li her du partiyan kir ku bi zûtirîn dem pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin û got: "Civîna PDK û YNKê tê wateya çareserkirina hemû pirsgirêkan, pêkanîna hikûmetê û vegerandina rewatiyê ji bo hemû saziyên hikûmetê. Eger hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê bi hev re bin, ti hêzek nikare berê xwe bide Kurdistanê."
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê tekez kir ku Başûrê Kurdistanê ji parçeyên din cuda ye, ji ber ku zêdetirî 105 salan e di xebatê de ye û ji salên bîstan ên sedsala borî û Rêkeftina 11ê Adarê ve heta 34 salên rêveberiya piştî Raperînê qonaxên mezin derbas kirine; lewma niha Kurd hêzeke mezin a herêmê ne, bi mercê ku hemû bi hev re bin.