Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Destûra Iraqê take lêvegera navbera Hewlêr û Bexdayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Partî û hêzên siyasî yên kurdî yên Konferansa 26ê Nîsana 2025an a li Rojavayê Kurdistanê, îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an) li Qamişloyê daxuyaniyek ji bo raya giştî weşand û tê de piştgiriya xwe ya temam ji bo mafên gelê Kurd li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bi girîngiyeke mezin daxuyaniyên dawî yên Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û rêkarên Hikûmeta Federal dişopînin, ku di rewşeke hestiyar û tevlihev a siyasî û ewlehiyê ya navçeyê de, metirsiyên rewa li cem gelê kurd dirust dikin.
Partî û hêzên siyasî yên kurdî hevgirtin û piştgiriya xwe ya temam ji bo mafên gelê Kurd li Herêma Kurdistanê li hemberî her tiştê ku gefê li destkeftiyên wî dixwe yan mafên wî kêm dike ragihand û tekez kir ku ji bo rêkxistina pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê, Destûra Iraqê take lêveger e. Li gorî daxuyaniyê, çareserkirina nakokiyan pêdivî bi diyalogeke cidî û têgihîştineke hevbeş heye; dûrî zimanê rageşiyê, biryarên yekalî yên saziyên siyasîkirî yên Hikûmeta Federal û hewlên ferzkirina rewşa defakto.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her destwerdanek di desthilatên Herêmê de, lêdana li bingeha hevbeşiya niştimanî, lihevkirin û hevsengiyê ye, ku proseya siyasî ya Iraqê piştî rûxandina rejîma Be'sê li ser wan hatibû avakirin.
Her wiha hat tekezkirin ku pêwendiya navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêmê ji nakokiyeke îdarî yan rêkarî ya demkî derbas dibe; belkî mijara mafên resen ên neteweyî, siyasî û destûrî yên gelê Kurd e ku li dijî stemkarî û terorê qurbaniyên mezin dane. Hat diyarkirin ku bêyî parastina van mafan û rêzgirtina li îradeya xwediyên wan, ti rêyek ji bo pêkanîna hevbeşiyeke rasteqîn û aramiyeke domdar nîne.
Partî û hêzên Rojavayê Kurdistanê destnîşan kirin ku parastina yekîtî û ewlehiya Iraqê, bi paşguhkirina destûra federalî û stendina desthilatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe; belkî bi çespandina stûnên sîstema federalî, vegera bo destûrê û bicihanîna madeyên wê—bi taybetî Madeya 140—pêk tê, ligel serdestkirina zimanê hişê û berpirsiyariyê li şûna wan siyasetên ku valahiyê kûrtir dikin û aloziyê di navbera gelên Iraqê de gurr dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî hat kirin ku rêzên xwe bikin yek û hevahengiya hevbeş ji bo parastina mafên destûrî û neteweyî yên xelkê Herêma Kurdistanê bihêz bikin. Her wiha hat tekezkirin ku avakirina Iraqeke federal, demokratîk û aram girêdayî misogerkirina maf û azadiyan û çespandina hevbeşiya rasteqîn di navbera gelên wê de ye.