Şêniyên Kobaniyê bo Başûrê Kurdistanê: Em hemî piştevanên we ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêniyên bajarê Kobaniyê îro di meşekê de piştgirî û hevsoziya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê diyar kir û tekez kir ku ew hemî li pişta gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê radiwestin.

Şêniyên bajarê Kobaniyê îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, meşek kir, wekî diyarkirinekê ji piştgirî û hevsoziya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê û ragihandina helwesta xwe ya li pişta xelkê wê.

Di wê meşê de, dirûşma 'Bijî yekîtiya gelê Kurd' hat bilindkirin; piştî bidawîhatina wê meşê jî, kesên tevlîbûyî li Qada Aştiyê kom bûn û dirûşma 'Yek e yek e, gelê Kurd yek e' gotin.

Gîlo Îsa bi navê şêniyên Kobaniyê gotarek pêşkêş kir û got: "Ji navenda bajarê berxwedanê Kobaniyê, em hemî li pişta gelê xwe ne li Başûrê Kurdistanê. Îro roja yekrêziyê ye û divê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê yek bigirin û bi hev re li hember her êrîşekê rawestin."

Herwisa peyamek jî arasteyî Hikûmeta Îraqê kir û tê de got: “Hûn di hikûmeteke federalî de ne û Başûrê Kurdistanê jî parek ji federaliya Îraqê ye. Pirsgirêk hene û ew pirsgirêk jî bi rêya danûstandinan tên çareserkirin, ne bi rêya gefxwarin û çavbirîna li wî tiştî ku ne yê we ye.”