Mesrûr Barzanî: Desthilatdarên Bexdayê bawerî bi federalîzmê nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, bi şandiyên welatan re civiya.
Hin gotinên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
- Desthilatdarên Bexdayê bawerî bi federalîzmê nîne û dixwazin bi aqiliyeteke navendî serederiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin û mafên xelkê Kurdistanê binpê bikin.
- Divê destûr wekî xwe bê bicihanîn, ne bi awayekî ku ya di berjewendiya wan de be bi cih bînin û madeyên din jî piştguh bixin, wekî madeya 140ê ku ev gelek sal in nehatiye bicihanîn.
- Bi hinceta rûbirûbûna gendeliyê, bizav ji bo binpêkirina mafên xelkê Kurdistanê û têkdana qewareya Herêma Kurdistanê tê kirin ku ev nayê qebûlkirin.
- Eger bi rastî merema wan serweriya qanûnê ye, Îraq tijî gendelî, dizî û çekên bê destûr e, bila wan binbir bikin.
Tê nûkirin…