Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin
Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe li hember aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de û gefên li dijî Herêma Kurdistanê nîşan da, tekez jî kir ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê û li ser bingeha Destûra Îraqê bên çareserkirin û dûrî biryarên yekalî û zimanê leşkerî bin.
Peyama Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê
Daxuyaniya Helwestê
Derbarê pêşketinên dawî û gefên li dijî Herêma Kurdistanê ya Iraqê
Ji aliyê Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê ve
Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê bi fikarek mezin pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên li Iraqê dişopîne. Herwiha, em bi baldarî şopandina zêdebûna aloziyan û tengaviyê di navbera hikûmeta federal a li Bexdayê û Herêma Kurdistanê ya Iraqê de dikin; bi taybetî jî biryar û tedbîrên dawî yên têkildarî zeviyên petrolê û dergehên sînorî yên li Herêmê, û encamên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ku dikarin aramiya Herêmê û Iraqê bi giştî tehdîd bikin.
Em bawer dikin ku çareserkirina nakokiyên di navbera Bexdayê û Hewlêrê de divê bi riya diyalogê, lihevkirinê û pabendbûna bi Destûra Iraqê re were kirin; ne bi ferzkirina rewşeke bi zorê, ne bi gefên bikaranîna hêza leşkerî û ne jî bi biryarên yekalî yên ku dikarin baweriya di navbera aliyên siyasî de lawaz bikin û aramiya siyasî û ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bixe xeterê.
Herêma Kurdistanê ya Iraqê tenê herêmeke erdnîgarî nîne, lê belê entîtiyeke destûrî ye ku xwedî taybetmendiyên siyasî û îdarî, desthilat û mafên ku di Destûra Iraqê de hatine naskirin e. Her hewldaneke ku armanca wê binpêkirina van mafan be, an jî bikaranîna saziyên federal wekî amûrên zexta siyasî û aborî li ser Herêmê, dikare Iraqê vegerîne rewşên aloziyan û pevçûnên ku gelê wê demeke dirêj êşandiye.
Civat piştrast dike ku mafên gelê Kurd li Iraqê, di nav de mafê birêvebirina karûbarên xwe yên destûrî, parastina saziyên xwe û biparêzîna destkeftiyên xwe yên siyasî û îdarî, ne mijarên bazirganiyê û ne jî yên gefxwarinê ne. Herwiha, yekîtiya Iraqê û aramiya wê bi siyasetên navendîparêzî, derxistin û ferzkirina îradeyê nayên parastin; belkî bi hevkariyeke rastîn û naskirina hevdu ya mafên hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û siyasî pêk tên.
Ji ber berpirsiyariya xwe ya neteweyî û mirovî, em piştgiriya xwe ji gelê Kurdistanê yê Iraqê û saziyên wê yên destûrî re diyar dikin. Em bang li hikûmeta federal, serokwezîr Elî El-Zeydî û hemû hêzên siyasî yên Iraqê dikin ku zimanê diyalogê pêş bixin, ji her gavên tundûtîj û aloziyê dûr bikevin û ji bo çareserkirina dosyeyên mayî bi awayekî destûrî û qanûnî, ku berjewendiyên hevpar ên hemû gelê Iraqê misoger bike, bixebitin.
Li ser vê bingehê, Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê daxwazên xwe yên li jêr diyar dike:
1. Rêzgirtina Destûra Iraqê:
Pabendbûna tam bi bendên destûrî yên ku têkiliyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de birêkûpêk dikin, û rêzgirtina desthilat û mafên destûrî yên Herêmê.
2. Redkirina siyasetên zextê û biryarên yekalî:
Bikaranîna dosyeyên petrolê, dergehên sînorî û çavkaniyên aborî wekî amûrên zexta siyasî an jî ferzkirina îradeyê li ser Hikûmeta Herêmê û gelê wê were redkirin.
3. Redkirina gefên bikaranîna hêzê:
Dûrketina ji her gef an tevgerên leşkerî yên ku ewlehiya Herêma Kurdistanê û jiyana niştecihên wê dixin xeterê, û pejirandina çareseriyên siyasî û aştiyane ji bo çareserkirina nakokiyan.
4. Misogerkirina hevkariya siyasî ya rastîn:
Rêzgirtina cihê Herêma Kurdistanê wekî hevparêkî destûrî di dewleta Iraqê de, û misogerkirina beşdariya wê ya çalak di biryarên neteweyî yên ku maf û berjewendiyên wê bandor dikin.
5. Çareserkirina nakokiyan bi riya diyalogê:
Bangkirina destpêkirina diyalogeke cidî û berpirsiyar di navbera Bexdayê û Hewlêrê de, bi beşdariya hêzên siyasî yên têkildar, ji bo gihîştina lihevkirinên dadmend û domdar li ser dosyeyên petrolê, darayî, îdarî û sînorî.
6. Parastina saziyên Herêmê û destkeftiyên destûrî:
Misogerkirina ku dest nedin saziyên Herêma Kurdistanê û desthilatên wê, û parastina destkeftiyên ku bi şer û fedakariyên gelê Kurd hatine bidestxistin.
7. Rola civaka navneteweyî:
Bangkirina Neteweyên Yekbûyî û welatên bandordar ên civaka navneteweyî ku pêşketinan ji nêz ve bişopînin, alîkariyê bidin teşwîqkirina aliyên Iraqê ji bo pabendbûna bi Destûrê û çareseriyên aştiyane, û ji bo pêşîgirtina li her cûre tundbûn û alozîyên ku ewlehiya herêmê û aramiya wê dixin xeterê bixebitin.
Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê di dawiyê de piştrast dike ku mijara mafên gelê Kurd ne mijareke siyasî ya demkî ye û ne jî dosyeyeke ku dikare di nakokiyên navxweyî de were bikaranîn; belkî mijareke mafên destûrî, neteweyî û mirovî ye ku pêdivî bi rêzgirtin û parastinê heye.
Em piştrast dikin ku piştgiriya me ji gelê Kurdistanê re helwesteke prensîbî ye, ku ji baweriya me ya bi mafê gelan ji bo jiyaneke bi rûmet, azadî, hevkarî û aramiyê, dûrî siyasetên derxistin, serdestî û gefxwarinê, tê.
Herwiha, em hişyar dikin ku her alozî û tundbûneke ku ewlehiya Herêma Kurdistanê dixe xeterê an jî mafên wê yên destûrî kêm dike, dê encamên wê ji sînorên Iraqê wêdetir bin û dê bandoreke neyînî li ser aramiya herêmê û têkiliyên di navbera gel û pêkhateyên wê de bike.
Rûmeta gelê Kurd û mafên wî yên destûrî xetek sor in. Aramiya Iraqê bi zorê û derxistinê pêk nayê, belkî bi dadwerî, hevkarî û rêzgirtina îradeya hemû pêkhateyên wê pêk tê.
Bijî tekoşîna gelan ji bo azadî, rûmet û dadweriyê.
Civata Kurdên Sûriyê li Rûsyayê
Moskova – 25ê Mijdara 2026an