Xwenîşandanên Herêma Kurdistanê dengvedaneke berfireh di medyayên Tirkiyeyê de hebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Ew xwenîşandanên nerazîbûnê, yên ku li çend bajarên Herêma Kurdistanê û di serî de li Hewlêrê li dijî biryarên vê dawiyê yên Hikûmeta Îraqê bi rê ve çûn, di medyayên Tirkiyeyê de giringiyeke berfireh pê hat dan.

Dezgehên ragihandinê yên wekî Milliyet, Independent Türkçe, Ensonhaber, Haberler, HeyHaber û ÎLKHA di nûçeyên xwe de ku bi awayekî sereke pişta xwe bi Ajansa Anadoluyê (AA) û çavkaniyên navxweyî ve girê dabû, bal kişand ser karvedanên cade û paşxaneya wê qeyranê.

Piraniya malperên nûçeyan ên Tirkiyeyê ew xwenîşandan bi rêya wan zanyarên hevpar veguhastin ên ku Ajansa Anadoluyê belav kiribûn. Di nûçeyan de, tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku ew biryarên Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî di 24ê Mijdarê de di çarçoveya lêkolînekê de ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiya petrolê li seranserî Îraqê dane, karvedanên cadeyê jê peyda bûne.

Rojnameya "Milliyet"ê di nûçeyekê de bi sernavê «Hewlêr li ser piyan e: Biryarên Hikûmeta Îraqê li meydanan "hatin şermezarkirin"», belav kiriye, ku li ser bangawaziya Parêzgeha Hewlêrê bi hezaran kes li derdora Kelha Dîrokî ya Hewlêrê kom bûne.

Her du malperên "Haberler" û "HeyHaber" nivîsandiye ku di wan çalakiyan de ku xwendekar, mamosta û rêxistinên civaka sivîl (STK) tê de pişkdar bûn, nerazîbûn li hember birrîna mûçeyên salên borî û biryarên aborî û siyasî jî hatiye nîşandan.

Malpera "HeyHaber"ê herwisa bal kişandiye ser wê yekê ku cemawerî qada ber Parka Şar tijî kiriye.

Li aliyekî din malpera "Ensonhaber"ê jî bal kişandiye ser wê yekê ku xwenîşandan piştî wê yekê bi rê ve çûne ku Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê desthilatên navendî yên Serokwezîr Zeydî di deriyên sînorî û çalakiyên petrol û gaza xwezayî de pejirandine.

Malpera "Independent Türkçe"yê jî amaje bi wê yekê daye ku karvedanan parêzgeha Dihokê û Zaxo jî vegirtine û behsa wê kombûna li ber deriyê Zanîngeha Dihokê û xwenîşandanên Zaxoyê kiriye.

Ajansa "ÎLKHA"yê, ku berevajî dezgehên din navê "Herêma Kurdistanê" bi kar aniye, belav kiriye ku bi dehan hezar kes di xwenîşandanan de pişkdar bûne û bi hevahengiya hêzên ewlehiyê çalakî bêyî ti pirsgirêk bi rê ve çûne.

ÎLKHAyê tekez li ser wê yekê jî kiriye ku pişkdariyeke berfireh di nerazîbûnan de hebûye, her ji hunermendan bigire heta kesên xwedan pêdiviyên taybet; herwisa eşkere jî kiriye ku ji bilî Hewlêr, Dihok û Zaxoyê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî xwenîşandana piştgiriyê bi rê ve çûye û li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî bangawaziya kombûna cemawerî hatiye kirin.