Ebûdî: Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî tevlî diyaloga niştimanî dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragihand ku Sêşema bê li ser destpêşxeriya Fayeq Zêdan û bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talebanî û sê serokatiyên Îraqê diyaloga niştimanî tê lidarxistin û paşê jî Encûmena Wezîran qanûna budceya 2027ê dipejirîne.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî îro În, 27ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku Sêşema bê li ser destpêşxeriya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan diyaloga niştimanî di navbera serkirdeyên Kurd û sê serokatiyên Îraqê de tê lidarxistin.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê amaje jî kir: “Ev civîn bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî tê lidarxistin.”
Ebûdî tekez jî kir ku serederiya Hikûmeta Îraqê ligel Herêma Kurdistanê dê bi tevahî destûrî be. Di derheqa pejirandina budceya 2027ê de jî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê got ku piştî civîna roja Sêşemê, Encûmena Wezîran dê qanûna budceyê bipejirîne.
Ragihandina Dadweriyê li Bexdayê pêr Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê dabû ku her çar serokatiyên Îraqê pêşniyar û destpêşxeriya Fayeq Zêdan ji bo lidarxistina diyalogeka niştimanî di 1ê Berçileya 2026ê de pejirandiye, ji bo çareserkirina qeyrana destûrî ya di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de; Zêdan piştrast jî kiribû ku di dema duberekiya li ser manaya madeyên destûrî de jî, pena dê ji bo Dadgeha Bilind a Federalî bê birin.