Ocalan bo Ozgur Ozel: Nabe ti partiyek ji çareserî û aştiyê vekişe
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê zindanîkirî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di hevdîtinekê de ligel şanda Îmraliyê nirxandineke berfireh ji bo biryara Ozgur Ozel a li ser neşandina endaman ji bo Komîsyona Çavdêriyê kir û nirxandinên wî jî gihîştin Ozel. Ocalan amaje bi wê yekê jî da ku ew zext û givaşên li ser Partiya Nû (Yenî Partî) dibîne û tekez kir ku di nerazîbûn û rexneyên Ozel de aliyên rewa hene.
Li gorî nûçeyeke malpera T24ê, Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê li ser pêvajoyê berdewamiyê dide peywendiyên xwe û bi rêya şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) peyamek ji bo Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel şandiye.
Ocalan bi helkefta lidarxistina kongreya Partiya Nû û hilbijartina wî wekî Serokê Giştî, pîrozbahî li Ozgur Ozel kiriye. Herwisa di nirxandina xwe ya ji bo biryara Partiya Nû ya li ser neşandina endaman ji bo Komîsyona Çavdêriyê, ragihandiye ku di nerazîbûn û rexneyên Ozel de aliyên rewa hene, lê neşandina endaman ji bo komîsyonê nabe çareserî.
Ocalan zelal jî kiriye ku neşandina endaman ji bo komîsyoneke wisa girîng ji aliyê wê partiyê ve ya ku komar damezrandiye xizmeta bêçareseriyê dike û amaje bi wê yekê jî daye ku ew dikarin kêmasiyan bi hev re nîqaş bikin. Herwisa piştrast jî kiriye ku ew zext û givaşên li ser Partiya Nû dibîne û di rexneyên Ozel de aliyên rast û heq hene.
Abdullah Ocalan ew yek jî eşkere kiriye ku bêçareseriya pirsa Kurdan her tim zemîne ji bo mekanîzma derbeyê xweş kiriye. Di dawiyê de jî bi bîr aniye ku bizava derbeyê ya sala 2015ê piştî bidawîanîna pêvajoya çareseriyê rû da û got: "Tevî hemî kêmasiyan, nabe ti partiyek ji çareserî, aştî, jikarxistina çekan û rawestandina mirin û kuştinê paşve biçe."
Ev peyamên Ocalan ji aliyê berpirsên DEM Partiyê ve gihîştine Ozgur Ozel. Herwisa Ocalan amaje bi wê yekê jî kiriye ku peyama dawiyê ya Ekrem Îmamoglu ya li ser pêvajoyê de girîng e.
Li aliyekî din jî, berpirsên bilind ên DEM Partiyê ragihandiye ku ew jî wê zext û givaşa bingeha cemawerî dibînin û fêm dikin, ku rûbirûyî Partiya Nû bûye. Berpirsên DEM Partiyê tekez li ser girîngiya mana Partiya Nû di nav pêvajoyê de û şandina endaman ji bo komîsyonê kiriye û amaje bi wê yekê kiriye ku tevî têgihiştina ji rexneyan, lê ew biryar bûye sedema bêhêvîbûnê. Herwisa piştrast jî kiriye ku bi wergirtina helwesteke avaker, dê berdewamiyê bidin peywendiyên di navbera her du partiyan de.