HAKPAR: Divê rêz li mafên destûrî yên Kurdan bê girtin

Diyarbekir (K24) – Biryarên rêveberiya Bexda yên dijî Herêma Kurdistanê hatîn standin nava kurdên seranserê cîhanê de rastî bertekan hat ku siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin biryarên Bexdayê yên derbarê Herêma Kurdistanê de dê ji hemî aliyan ve bi xwe re encamên neyînî bîne û bi ti awayî kurd van sepandinên dijî hiqûqê qebûl nakin û ev yek dê pirsgirêkên heyî kûrtir bike.

Piştî ku Bexdayê derbarê Herêma Kurditanê de çend biryarên derveyî destûrê ragihand ev yek bi awayeke berdewam bertekên ku her ku diçe mezintir dibe tîne. Derbarê biryarên desthilata Elî Zeydî de siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin ji xwe Rojhilatanavîn nava şer û qeyranan de ye ku biryarên dijî Statuya Herêma Kurdistanê dê van şer û qeyranan kûrtir bike û bang li Bexdayê tê kirin ku demildest ji biryarên xwe yên derveyî destûrê û ji hiqûqê dûr vegere.

Serokê HAKPARê yê Diyarbekirê Hanîf Eren di vî warî de ragihand: “Ev biryar destûra ku 2005an de bi îradeya xelkê Iraqê hatibû avakirin kî binpê dike, ez bawer im dê Elî Zeydî vê biryara xwe de têk biçe, hemî kurdên cîhanê ji vê biryarê nerazî ne û em keyfxweş in ku kurdên Başûr jî bi yekhelwestê bertek nîşan dan.”

Siyasetmedarên kurd balê dikêşin ku statuya Herêma Kurdistanê bo kurdên sernaserê cîhanê xeta sor e û ezmûnên rabirdûyê dane nîşan ku desthilata ku çav berde statuya kurdan dawiya dawî ji vê yekê zirarmend dibe û ji ber wê yekê divê bi Herêma Kurdistanê re siyasetek aştiyane û ser avakirinê were meşandin.

Çavdêrê Siyasî Zekî Akkoç jî ragihand: “Emê bi ser bikevin, ewê ku çav berdane statuya kurdan dê têk biçin ku ez bang li hemî kurdan dikim bila li dora malbata Barzanî kom bibin ku 200 sal in bi şeref wê alayê hil didin bila kurd li cem wan bin.”

Siyasetmedarên Kurd dibêjin Herêma Kurdistanê bi çaksazî siyaset dîplomasî û bi têkiliyên xwe yên navdewletî bûye yek ji kevirên bingeha aştî û aramiya rojhilatanavîn ku ew kevir zirarê bibîne dê tevahiya rojhilatanavîn zirarê bibîne.