Li Babilê 10 kes bi tometa qaçaxçîtiya petrolê hatine desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê ragihand, hêzeke hevbeş a polîsên Babilê û tîmên Asayişa Niştimanî li navçeya Eskenderiyeyê ya li bakurê parêzgehê, boriyeke petrolê ya qulbûyî dît û 10 endamên toreke qaçaxçîtiya petrolê desteser kirin.
Jêderekî ewlehiyê Îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an), diyar kir ku hêzên ewlehiyê di operasyoneke hevbeş de li navçeya Eskenderiyeyê ya bakurê Babilê boriyeke petrolê ya qulbûyî dîtiye û 10 kes desteser kirine ku di nava toreke pispor a qaçaxçîtiya petrolê de kar dikirin. Her wiha diyar jî kir ku rêkarên yasayî li hemberî desteserkiriyan hatine girtin.
Ev operasyon piştî wê yekê hat, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî qada helmetên xwe yên ji bo rûbirûbûna qaçaxçîtiya petrolê berfirehtir kir. Ew helmet li Curf El-Sexrê dest pê kir û piştre deverên Kerkûkê jî li xwe girtin, ev jî piştî derketina encamên lêkolînan derbarê karên qaçaxçîtiyê di Kompanyaya Petrola Bakur de.
Di rojên borî de mijara qaçaxçîtiya petrolê li Iraqê bûye cihê girîngiyeke mezin; roja 18ê Mijdarê, Wezareta Navxwe ya Iraqê destdanîna li ser cihekî mezin ê qaçaxçîtiya petrolê li parêzgeha Necefê ragihand ku tê de dest bi ser barhilgirekê li gel 20 bermîl û 12 tankiyên tijî berhemên petrolî de hat girtin û tometbarek jî hat desteserkirin.
Piştre jî roja Şemiyê 21ê Mijdarê, Encûmena Bilind a Dadweriyê eşkere kir ku piştî pişkinîna meydanî ya ji bo zêdegavî û dizîna petrolê ji boriyeke Necefê ya di nava erdê endamekî encumena parêzgehê (serokê lijneya enerjiyê) û birayê wî de — ku xendeq li dora erdê kolabûn — pênc efser û sê karmendên polîsên enerjiyê hatine desteserkirin. Her wiha biryara girtinê ji bo wî endamê encûmena parêzgehê û birayê wî derketiye, di demekê de ku lêkolîn li ser gumana çalakiyên din ên neyasayî li wî cihî berdewam in.